Bazara mûçeya herî kêm dest pê dike

06-12-2023
Omer Sonmez
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mûçeya Herî Kêm DÎSK
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji bo sala 2024an rêjeya nû ya mûçeya herî kêm bê diyarkirin bazarî dest pê dikin.

“Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Herî Kêm” ku ji nûnerên hikûmet, karker û kardêran pêk tê, dê di 11ê Kanûna Pêşîn de yekem civîna xwe li dar bixe.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), dixwaze ku mûçeya herî kêm nîvê sînorê hêjariyê be û di salê de 4 caran li gorî enflasyon an nirxê dolar bê zêdekirin.

“Neyeta hikûmetê ev e ku karker bi mûçeya herî kêm bixebitin”

Sekreterê Giştî yê DÎSKê Adnan Serdaroglu“Lazim e mûçeya herî kêm bi berdewamî bê zêdekirin.

Formula vê jî dibe ku li gorî sînorê hêjariyê be, an jî li gorî rêjeya enflasyonê be.

Dibe ku li ser nirxê dolar jî bê dayîn. Neyeta hikûmetê ev e Tirkiyeyê bike welatê ku karkerên wê bi mûçeya herî kêm dixebitin.”

Mûçeya herî kêm niha 11 hezar û 400 lireyê Tirkî ye. Niha du îhtimal tên axaftin.

Ger mûçe bi rêjeya ji sedî 40 bê zêdekirin wê bibe 15 hezar û 962 lîre.

Ger mûçe bi rêjeya ji sedî 50 bê zêdekirin wê mûçeya nû bibe 17 hezar û 103 lîre.

Karker dixwazin bi mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin û karibin bi rûmet bijîn bidest bixin.

“Em nikarin bi mûçeya herî kêm zikê xwe têr bikin”

Karkerê înşaetê yê bi navê Yasin anî ziman, “Mûçeya herî kêm pir hindik e.

Em nikarin pê bixebitin. Lewra em nikarin bi mûçeya herî kêm zikê xwe têr bikin.”

Karkerê tekstîlê Firat Kuloglu diyar kir, “Helbet bi mûçeya herî kêm meriv nikare debara xwe bike.

Lewra faturayên av, elektrîk û gaza xwezayî zêde ne. Herwiha mesrefên metbexê hene.

Jixwe kirêya xanî zêde ye. Ji loma jî divê mûçeya herî kêm bibe 25 hezar lîre da em karibin pê debara xwe bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 10 milyon kesî bi mûçeya herî kêm dixebitin.

Di salên dawî de mûçeya herî kêm, ji ber enflasyona bilind li dewsa salê carekê, salê du caran dihat zêdekirin.

Lê niyeta hikûmetê ew e ku êdî tenê salê carekê zêde bike.

“Dê mûçeyê herî kêm di bin eflasyonê de bimîne”

Malnişîna bi navê Neslîhanê got, “Beriya bilindkirina rêjeya mûçeya herî kêm, lazim e enflasyon dakeve.

Lewra dema enflasyon danekeve, hûn rêjeya mûçeya herî kêm çiqas bilind bikin jî wê dîsa ew rêje di binê enflasyonê de bimîne.”

Xebatkar Oşin Şîrînpinar wiha axivî, “Mûçeya herî kêm divê bibe 25 hezar lîre.

Lewra şertên îro û enflasyona mehane û ya salane ku ji sedî 100 e divê mûçeya herî kêm bibe 25 hezar lîre.”

Dê mûçeya herî kêm ji aliyê Erdogan ve bê eşkerekirin

Mûçeya herî kêm ku di Tîrmehê de ji sedî 50 hatibû zêdekirin, wê deme dikir 482 dolar.

Lê ji ber bênirxbûna lîreyê Tirkî niha ew mûçe dike derdora 390 dolarî.

Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Herî Kêm piranî di encama 4 civînan da biryara rêjeya nû ya mûçeya herî kêm dide.

Wê di dawiya meha Kanûna Pêşîn de miqdara nû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve bê eşkerekirin.

Li Tirkiyê mûçeya herî kêm ji sala 2015an û vir ve ev 8 sal in her diçe bipaş ve diçe.

Mûçeya karkeran li hemberî dolar û enflasyona bilind dihele.

Li gorî rapora Eurostatê, di nav 27 welatên Ewropayê da, Tirkiye piştî Albanyayê di rêza duyem da cih digre ku kêmtirîn mûçeya herî kêm dide karkeran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst