Yekîtiya Ewropayê 22 milyon euro li Herêma Kurdistanê xerc dike

26-06-2019
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Alîkarî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê ragihand ku di civîna salane ya welatên alîkarîbexş ên Yekîtiya Ewropayê de biryar hat dayîn ku rêxistinên Ewropî 22 milyon euro li Herêma Kurdistanê xerc bikin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Di civîna salane ya welatên alîkarîbexş ên Yekîtiya Ewropayê de, ku li Brûkselê û bi amadebûna Nûnertiya Herêma Kurdistanê birêve çû, biryar hat dayîn ku welatên alîkarîbexş ên Ewropayê ji nîvê 2019an heta nîvê 2020 bi qasî 22 milyon euro li Herêma Kurdistanê ji bo aware û penaberan û Herêma Kurdistanê bi rêya projeyên xwe xerc bikin.”

 

Dilawer Ajgeyî diyar kir: “Di civînê de behsa wan welatan hat kirin ku ketine bin bandora qeyran û aloziyan, welatên Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê weke nimûne hat nîşandan.”

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî herwiha got: “Di civînê de ji aliyê amadebûyan ve spasiya şêwaza karkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, herwiha behsa navenda hevahengiya qeyranan a ser bi Wezareta Navxwe hat kirin, ku alîkar bûn û divê sûd ji vê şêwaza karkirina wan were wergirtin li welatên weke Libnan, Urdin û deverên din ku Yekîtiya Ewropayê projeyên xwe têde encam dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst