Li Amedê milyonek û 200 hezar ton dexl û dan tê bidestxistin

22-06-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê dema çinîn û dirûna genim û ceh dest pê kir
Li Amedê dema çinîn û dirûna genim û ceh dest pê kir
Nîşan Amed Ceh Genim Dirûn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê dema çinîn û dirûna genim û ceh dest pê kir. Tê texmînkirin ku îsal ji ber barana xweş dê li Amedê li ser 3 milyon û 500 hezar donum zeviyan milyonek û 200 hezar ton dexl û dan bê bidestxistin.

Werzê dirûna genim li Amedê bi beşdariya Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su û gelek birokratan dest pê kir. Li Zozinca Amedê parêzgarê bajêr bi makîneya dirûna genim werzê çinînê da destpêkirin.

Li gorî agahiyên parêzgariyê li Amedê 7 milyon donum zeviyên çandiniyê hene. Amed di hêla berhemanînê de jî di nava 81 bajarên Kurdan û Tirkiyê de bi nirxê 15.3 milyar lîreyan di rêza 7an de ye.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su got: “Çinîn û dirûna berhemên li zeviyên me yên bejî hema hema ji sedî 50 bi dawî bû. Hê jî dirûna wan berdewam dike. Înşelah dirûn û çinîna berhemên li zeviyên avî jî dê dawiya vê mehê de dest pê bike. Ji hemû cotkarên me re xêr û bereketeke mezin dixwazim.

Li bajarê Amedê li ser 3 milyon û 500 hezar donum zevî berhemên dexl û dan têne ajotin. Ji van li ser 2 milyon û 800 hezar donumî genim û 700 hezar donumî jî ceh tê ajotin. Ji ber barana xweş ku îsal bariya tê texmînkirin ku milyonek û 200 hezar ton berhemên dexl û dan bê bidestxistin.

Cotkar Enîs Guzelsoy dibêje: “Li gorî sala par îsal gelek rind e.”

Cotkar Fatîh Guzelsoy jî got: “Karê cotkariyê xweş e. Mirov jê kêf digre. Em jê memnun in.”

Cotkar Orhan Guzelsoy jî got: “Îsal ji ber barana xweş me berhemeke xweş rakir.”

Li Amedê dema çinîna nîskan beriya heftiyekî bi dawî bû. Heta du heftiyan dê ceh û genim jî bê çinîn. Paşê dê werzê çinîna garis û berhevkirina pemboyan dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst