AMED - Defîleya cilên ji bîber, bamya û genim hat lidarxistin

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Defîle Cilûberg Bîber Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kompanyayekê ji bîber, bamya û genim cil çêkirin û ji bo danasînê wan cîlan li kolanên dîrokî defîle li dar xist.

Li Amedê kompanyaya ku kirasên bûkaniyê çêdike, bi simbilên genim, bîber û bamyayên hişkkirî cil çêkirin.

Xwediyê Kompanayayê Mehmet Kaymak li navçeya Sûrê, li ser Kolana Yenîkapiyê ku Minareya Çar Ling a dîrokî û Dêra Ermeniyan a Surp Giragos lê ne, bi mankenan, berhemên xwe derxistin defîleyê.

Di defileyê de zêbeşê Amedê jî hat bikaranîn

Di defîleyê de zebeşê Amedê yê tescîlkirî jî di defîleyê de wek aksesûar hat bikaranîn.

Model bi cil û bergên dîzaynkirî demekê li kolanê geriyan.

Welatiyan eleqe nîşanî pêşandana defîleyê da û bi telefonên xwe defîle tomar kir.

Mehmet Kaymak diyar kir ku bi ekîba xwe re piştî xebata 10 rojan 6 cil û bergên cuda dîzayn kirine.

Defîleya li Amedê / Wêne: AA

“Armanc nasandina çanda Amedê ye”

Kaymak got, "Armanca min ew e ku çanda Amedê bi cîhanê bidim nasandin. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im.

Ji ber ku cil û berg hatin ecibandin, em kêfxweş bûn. Cilên ku berhemên herêmî jî di wan de hatin bikaranîn, ji ber ku cuda bûn bala xelkê kişand ser xwe.

Dîzaynên ku me ji simbilên genim, perîkên teyrê tawus, giyayên kovî, zebeşe Amedê, îsota Rihayê, bamiyê û perîkên bazê spî çêkirin, eleqeyeke mezin dît."

Defîleya li Amedê / Wêne: AA

Mankenan bi dilxweşî cil li xwe kirin

Umran Tariyê ku bi cil û bergên ku bi îsota tûj hatiye çêkirin modeltî kir diyar kir ku wê ev dîzayn eciband û bi dilxweşî li xwe kiriye.

Nesrîn Bulutê jî ku di defîleyê de mankentî dikir anî ziman ew kêfxweş e ku zebeşê tescîlkirî yê Amedê, weke aksesûar hilgirt.

Welatiya bi navê Emîne Dagtekînê jî ku li defîleyê temaşe kir kêfxweşiya xwe ji desfîleya kolanê re anî ziman û got:

"Ez cara ewil e ku dîzayneke wiha dibînim, ez matmayî mam."

Defîleya li Amedê / Wêne: AA

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst