Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar rekoreke nû şikand

19-09-2022
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û her dolareke Amerîkî gihîşt 18.30 lîreyê Tirkî. Bi vî awayî nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî gihişte asta herî bilind a îsal.

Lîreyê Tirkî her ku diçe nirxê xwe ji dest dide, vê sibê dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî bi 18.29 dest bi rojê kir û di demjimêr 12ê nîvro de gihişt 18.30 lîreyî.

Di nava rojê de asta herî bilind a bihayê dolar li beramber lîreyê Tirkî jî 18.30.57 lîre hat tomarkirin. Euro jî bi 18.32 lîreyên Tirkî hat firotin.

Ji dawiya meha Nîsanê ve heta niha lîre %18, ji despêka salê ve %27.8, di nava salekê de jî %54 nirxê xwe ji dest daye. Her wiha sala borî jî lîre %40 nirxê xwe ji dest dabû.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî dibe sedem ku li Tirkiyê rêjeya enflasyonê jî bilind bibe. Herwiha nirxê her tiştî jî girantir dibe.

Li gor amarên TUIKê, Tebaxa 2022ê enflasyon bi rêjeya %1.46 zêde bûye û bi vê yekê rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %80.21, ku Temûza 2022ê ev rêje %79.6 bû. Lê ligel amarên TUIKê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihandiye ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %181.37e û ya Tebaxa 2022ê jî bi rêjeya %5.86 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst