Banka Navendî deynê derve yê Tirkiyê eşkere kir

17-01-2022
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî Tirkiye Deynê Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê ragihand, deynê derve yê Tirkiyê dawiya Mijdara 2021ê li gor dawiya 2020ê ji sedî 8,6 zêde bûye û gihiştiye 124.1 milyar dolaran û bi awayekî bilez her diçe zêde dibe.

Banka Navendî amarên Deynê Derve yê Demkurt ê Mijdara 2021ê belav kirin.

Li gor amarên Banka Navendî deynê derve yê demkurt ê Tirkiyê li gor dawiya sala 2020ê ji sedî 8,6 zêde bûye û gihîştiye 124.1 milyar dolaran.

Herwiha di vê demê de deynê derve yê demkûrt ê bankeyan ji sedî 6,7 daketiye û bûye 53.5 milyar dolar û deynê derve yê demkûrt ê sektorên din ji sedî 25,4 zêde bûye û ew jî gihiştiye 44.5 milyar dolaran.

Li gor daxuyaniya Banka Navendî deynê derve yê demkûrt ê dawiya Mijdara 2021ê ji sedî 45,7ê wê dolar, ji sedî 25,4 Euro, ji sedî 9,6 lîreyê Tirkî û ji sedî 19,3 jî ji corên din ên diravên biyanî pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst