APIKUR dixwaze dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê were kirin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Hinardekirina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - APIKUR ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê daxwaza berdewamiya civînên Hewlêr û Bexdayê dike.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) xwest ku di demeke kurt de hinardekirina petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê bike.

APIKURê diyar kir, daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî teşwîq dike ku heta dawiya salê hinardekirina petrolê dest pê bike.

APIKURê da zanîn ku endamên wan ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê bi şertê garantiyê bidin wan ku dê heqdestê wan ê berê û yên bê jî bidin û mercên wan ên aborî û bazirganî jî biparêzin.

APIKURê her wiha xwest ku Îraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên bi kompanyayên navneteweyî re çareser bikin û dest bi hinardekirinê bikin.

Ji 25ê Adara 2023yan ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê hatiye rawestandin.

APIKURê destnîşan kir, eger Îraq dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike dê her meh 24 milyon dolarên Amerîkî ji wan re bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst