Bihabûn berê xelkê dide kartên krediyê: Deynê xelkê ji sedî 152 zêde bûye

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Deyn Kredî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê deynê kartên krediyê yê xelkê ji sedî 152 zêde bûye û gihiştiye trîlyonek û 251 milyar lîreyan ku dike derdora 40,6 milyon dolarên Amerîkî.

Li Tirkiyeyê enflasyona bilind û bihabûna jiyanê berê xelkê dide krediyan û kartên krediyê.

Welatî neçar dimînin ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe bi deyn pereyan ji kartên krediyê û krediyên bankeyan xerc bikin.

Bikaranîna  kartên krêdiyê zêde dibe

Lewma bikaranîn û deyndarbûna kredî û kartên krêdiyê roj bi roj zêde dibe.

Li gorî amarên Yekîtiya Bankayên Tirkiyeyê (TBB), hejmara wan kesên ku kredî wergirtine sala 2023yan bi qasî 2 milyon kesan zêde bûye û gihiştiye 40 milyon kesî.

36,7 milyon kesan kartên krediyê hene

Hejmara kesên kartên krediyê jî bi kar tînin di heman serdemê de bi qasî 3 milyon kesan zêde bûne û gihiştiye 36,7 milyon kesan.

Li gorî amaran, deynê krediya xaniyan, otomobîl û pêdiviyan û kartên krediyê yê bankeyan ên li welatiyan di salekê de ji sedî 71 zêde bûye û gihiştiye 2 trîlyon û 790 milyar lîreyên Tirkî ku dike derdora 90 milyon dolarî Amerîkî.

Destpêka sala 2023yan deynê kartên krediyê yê xelkê 496 milyar lîreyên Tirkî bû.

Lê ew deyn heta 9ê Sibata 2024an bi rêjeya ji sedî 152 zêde bûye û gihiştiye trîlyonek û 251 milyar lîreyan ku dike 40,6 milyon dolarên Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst