Xerciya Serokkomariya Tirkiyeyê ya sala borî çi qas bû?

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hasan Ozturkmen Serokkomariya Tirkiyeyê Xercî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî CHPyê ragihand ku xerciyên sala 2023yan ên Serokkomariya Tirkiyeyê rojane 26,2 milyon lîreyên Tirkî bûye ku nêzîkî 760 hezar dolarên Amerîkî dike.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Hasan Ozturkmen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beşek ji amarên xerciyên salane û rojane yên sala 2023yan yên Serokkomariya Tirkiyeyê eşkere kirin.

Ozturkmen da zanîn ku xerciyên Serokkomariya Tirkiyeyê sala 2023yan li gorî 2022yan bi rêjeya ji sedî 70 zêde bûne û got:

“Xerciya rojane ya Serokkomariyê ku sala 2022yan 15,5 milyon lîreyên Tirkî bû, 2023yan rojane gihîştiye 26,6 milyon lîreyên Tirkî.

Bi vî awayî koşkê 2023yan bi awayekî navendî rojane hezar û 541 meaşên kêmane xerc kirine.”

Hasan Ozturkmen diyar kir ku Serokkomariya Tirkiyeyê sala borî bi giştî 9,5 milyar lîreyên Tirkî xerc kirine û da zanîn:

“Koşkê di salekê de jî (2023) 562 hezar meaşên kêmane xerc kirine.

Dema em vê zêdebûna di xerciyan de hesab bikin dê xerciyên giştî yên Serokkomariyê yên sala 2024an herî kêm bigihe 16 milyar lîreyên Tirkî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst