Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê cotkaran dest bi çandina behîvan kiriye û darên baxçeyên behîvan li parêzgehê zêde dibin.
Li Bakurê Kurdistanê di salên dawî de ji ber pirsgirêkên elektrîk û avdanê li şûna ceh, genim, garis û pembo çandina berhemên alternatîf zêde bûye.
Li Amedê hejmareke zêde ya cotkaran berê xwe daye çandina darên behîv, gûz û fistiqan.
Li wê parêzgehê niha 56 hezar dekar baxçeyên darên cuda hene.
Baxçeyên behîvan bi 30 hezar dekar erd di rêza yekem de ne.
“Dahata baxçeyan baş e”
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanê ya Amedê Mustafa Ertan Atalar li ser çandiniya Amedê got:
“Hilberînerên me êdî bi zanebûn tevdigerin û bi xwe baxçeyan diçînin.
Erdên beyar ku ji bo çandiniyê ne guncav in bi vî awayî têne bikaranîn.
Ji bo aboriya neteweyî sûdeke zêde heye.
Ji ber ku dahata baxçeyan li gorî berhemên erdî zêde ye, cotkar dikarin baştir debara xwe bikin.”
Cotkarên Amedê jî ji dahat û bihayên behîvan razî ne û dixwazin baxçeyên xwe mezintir bikin û veberhênanê zêdetir bikin.
Mehmet Saît Akyildizê cotkar jî li ser çandiniya behîvan anî ziman:
“Îsal bihayeke baş hat diyarkirin. Ji ber vê yekê jî di serî de ez spasiya wezîrê me û Rêvebirê Giştî yê Kooperatîfa Çandiniyê Huseyîn Aygun û kesên ku keda wan heye dikim.”
Li parêzgeha Amedê di serî de li navçeyên Gêl û Pîranê, sala 2023yan li ser 30 hezar donim erd 6 hezar û 900 ton behîv hat berhemanîn.
Îsal tê çaverêkirin ku berhamanîna behîvan bigihêje 8 hezar tonan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse