Ronaldo li xebatkaran digere: CVyên xwe bişînin!

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pestana CR7 Cristiano Ronaldo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Futbolîstê navdar Cristiano Ronaldo ji bo projeyeke xwe ya bazirganiyê li çend xebatkaran digere.

Otela Pestana CR7ê ku yek ji otelên herî navdar ên Madrîda Spanyayê ye û Cristiano Ronaldo xwediyê wê ye li xebatkarên nû digere.

Otela kaptanê tîma Nesirê ya Erebistana Siûdiyê derfetên kar tevî pêşniyarên balkêş ji bo kesên ku dixwazin li otelê bixebitin ragihand.

Hat ragihandin, kesên ku dixwazin bixebitin divê CVyên xwe bişînin navnîşana otelê.

Otela Pestana CR7ê da zanîn, kesên amade ne bixebitin dê ji bo kursên perwerdehiyê werin şandin ku li otelê fêrî karên pêwîst ên wekî garsontî, serpereştyarî, kontrol û alîkariyê bibin.

Şert û mercên otelê yên ji bo xebatkaran ew e ku bi Îngilîziyeke pir baş biaxivin.

Otel taybetmendiyan wekî peymana heta hetayî, biletên xwarina erzan a li otelên li çaraliyê cîhanê pêşkêşî xebatkarên xwe yên nû dike.

Meaş jî dê 2 hezar û 300 euro, her sal 50 roj betlane û xelata sersalê.

Xebatkarên ku li otela Ronaldo dest bi kar bikin heger li derveyî demên kar biçin wir dê ji sedî 25 erzanî li restorantên otelê bi dest bixin.

Otelê dema ceribandinê diyar nekir lê piştrast kir, dê kesên serî li kar dane bîmeya tenduristiyê jî bistînin.

Cristiano Ronaldo ji bilî şarezayiya xwe ya di futbolê de di gelek warên cuda de xwedî împaratoriyeke bazirganiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst