Deynê Tirkiyeyê yê demkurt 211 milyar dolar e

17-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Deyn Demkurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, deynê Tirkiyeyê yê dem kurt heta dawiya meha Tebaxê, ku pewîst e di nav salekê de bê dayîn 211 milyar û 100 milyon dolar e.

Deynê demkurt ê Tirkiyeyê li gorî dawiya sala 2022yan ji sedî 10,9 zêde bûye.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, amarên deynê demkurt ê derve yê heta dawiya meha Tebaxa 2023yan eşkere kirin.

Deynê Tirkiyê yê demkurt ji bo derve di dawiya meha Tebaxa 2023yan de, li gorî dawiya sala 2022yan ji 10,9 zêde bûye û bi rekoreke nû gihiştiye 211 milyar dolaran.

Ji sedî 90.4ê deynê Tirkiyeyê yê derve bi pereyên biyanî ye.

Ji sedî 48,9ê deynê Tirkiyeyê dolar, ji sedî 24,3 euro, ji sedî 17,2 pereyên biyanî yên din û tenê ji sedî 9.6ê deyn bi lîreyên Tirkî ye.

Herwiha herî zêde sektora taybet ji derve re deyndar e.

Deynê sektora taybet ê demkurt 86,9 milyar dolar e û deynê hikûmî ku hemû yên bankayên dewletê ne 32,4 milyar dolar e.

Ji sedî 58,1ê deynê derve yê demkurt ê sektora taybet e, ji sedî 20,1ê yê saziyên hikûmî ye û ji sedî 21,8 jî deynê Banka Navendî ya Tirkiyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst