Erdogan qebûl kir ku li Tirkiyê bihabûn heye

12-10-2022
Ferdî Sak
Rewşa aboriya Tikiyê gihaye asteke xirab
Rewşa aboriya Tikiyê gihaye asteke xirab
Nîşan Tirkiye Aborî Recep Tayip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li xwe mikur hat ku li Tirkiyê bihabûn heye û wî rewşa xirab a aborî bi kirîzên cîhanî ce girêd da û got: “Tevî ku kirîzên cîhanî yên aborî di gelek waran de karê wan zehmet kiriye, lê me kariye Tirkiyê ji bo qeyrana amade bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di siya hilbijartinên giştî yên sala 2023ê de yek ji mijarên herî  girîng krîza aborî û bihabûna zêde ya nirxan e. Rewş hatiye wê astê ku ev yek ne tenê di amaran de xwe diyar dibe, lê berpirsên hikumeta Tirkiyê jî êdî vê  rewşê bi eşkere qebûl dikin. 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Me di her warî de Tirkiye bo guherîna ku sedsala 2emîn a komarê bibe sedsala Tirkiyê amadekiriye. Krîzên cîhanî, siyasî û aborî di hinek waran de karê me zehmet dikin, lê me ev guherîna mezin piştrast kiriye.  Tevî ku pirsgirêkên me yên ji ber bihabûna jiyanê hene jî, lê derfet û bi biryarbûna  me mezintir e.”

Hikûmeta AK Partiyê ev zêdeyî 20 sal in Tirkiyê birêve dibe. Lê yekem car e ku di dema desthilata xwe de rûbirûyî tabloyeke wiha giran ya aborî dibe.  Tevî ku bi çendîn pêngavan hewl dide rewşa aborî baş bike jî, lê rêjeya enflasyonê her meh bilind dibe û esnaf û dikandar neçar dimînin nirxê kelûpelan biha bikin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî got: “Desthilat di aboriyê de jî hinek pêngavan diavêje. Hinek paketêkan radigehîne û pêngavên xapînok diavêje ku di wê bawerê de ye temenê xwe pê dirêj bike. Qaşo dê krêdiya erzan bidin esnafan. Eger hûn esnafan difikirin, krêdiyê ne bi erzanî, bê faîz bidin wan. We bixwe  esnaf anîne vê rewşê.”

Dema AKP yekem car di sala 2002ê de hat ser desthilatê rêjeya enflasyonê derdora ji sedî %30 bû, lê di Îlona îsal de li gor amarên hikumetê jî ew rêje gihiştiye ji sedî %83.45. Di demekê de ku li Tirkiyê ji 9 mehan kêmtir bo hilbijartinan mane, herî zêde jî  vê tabloya aborî destê AK Partiyê li beramber partiyên opozîsyonê lawaz kiriye, daku careke din bibe desthilat.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst