Rêveberiya Xweser îsal Ceh ji cotkaran nakire

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser biryar da ku ji bo îsal bi tenê Genim ji cotkaran navçeyê bikire û Ceh nakire.

Hevserokê Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê ya li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Nebîla Mihemed ragihandiye ku Rêveberiya Xweser îsal Ceh ji cotkaran nakire û tenê dê Genim bikire.

Nebîla Mihemed gotiye, berhemê Ceh ê cotkarên navçeyên Rêveberiya Xweser dê li bazara reş bê firotin û bihayê wê 35 sent bo her kîloyekî ye.

Nebîla Mihemed daye xuyakirin, danîna nirxê 35 sentan bo her kîloyeke Ceh ji bo wê yekê ye ku bazirgan bi kêfa xwe bi nirxan nelîzin.

Sala par jî Rêveberiya Xweser, Garis ji cotkaran nekirîbû.

Ji bo îsal Rêveberiya Xweser ragihandiye, ku ew dê hîloya genim bi 43 sentên Amerîkî bikirin.

Rayedarên Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser ragihandine ku ew texmîn dikin îsal berhema Genim li navçeyên Rêveberiya Xweser yek milyon ton be.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo parastina ewlehiya xwarinê ya niştecihên navçeyên Rêveberiya Xweser, wan biryar daye ku îsal bi rêjeyeke zêdetir Genim ji cotkaran bikirin.

Ji bilî Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Sûriyê jî her sal rêjeyek ji berhemên çandiniyê yên cotkarên navçeyên Rêveberiya Xweser, bi taybet Genim dikire, lê îsal heta niha nirxê kirîna berheman diyar nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst