HSD: Kesê ku zeviyên xelkê dişewitandin hat girtin

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Şewat HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê ragihand hêzên wan ên taybet kesek girtine ku di demên dawîn de gef li cotkarên Rojavayê Kurdistanê dixwarin û zeviyên wan ên çandiniyên dişewitandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên wan ên taybet kesek girtine ku zeviyên çandiniyê yên xelkê Til Temirê dişewitandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îtîrafên wî kesî belav kirine û ew kes bi xwe dibêje, wî bi hevkariya mirovekî xwe têkilî bi cotkarên herêmê yên ji pêkhateyên cuda, yên wek Kurd, Ereb û Aşûrî re kirine û ji bo ku pereyan ji wan bistînin, gef li wan xwarine ku ew dê zewiyên wan ên çandiniyê bişewitînin.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin: “Di dema dawîn de bûyerên şewitandina zeviyên çandiniyê yên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê kesên nenas ve hatin dubarekirin. Piştî lêkolîn û şopandinê yên ji aliyê yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, yekîneyan sedem û encamên wan bûyeran û kesên ku li pey wan nas kirin.

Di rojên derbasbûyî de, yekîneyan çeteyek girt. Ev çete di berdêla ku zirarê nede zeviyên çandiniyê pere ji xelkê distandin. Çete talîmatên xwe ji hin kesên ku li heremên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de werdigirt.”

HSDê nasnameya wî kesî aşkere kiriye û diyar kiriye, navê wî kesî Mihemed Mistefa El Xelef e û di sala 1985’an de li gundê El Rewda yê girêdayî Til Temirê ji dayik bûye.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser îsal di daxuyaniyekî de ragihandibû, eger berhemên çandiniyê yên her cotkarekî bişewite, ew ti kesî qerebû nakin û ji cotkaran xwestibû, hişyar bin û ji bo parastina berhemên xwe yê çandiniyê ji agir û şewitandinê tedbîrên xwe yên pêwîst werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst