AMED - Komxebata Jin di Aboriyê de: ‘Em dixwazin azadiya aborî bi dest bixin’

7 demjimêr berê
RÛDAW
Komxebata Jin Di Aboriyê De/Wêne: Rûdaw Grafîk
Komxebata Jin Di Aboriyê De/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amed Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Komxebata Jin di Aboriyê de
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Meclisa Jinên Karsaz a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê “Komxebata Jin di Aboriyê de” li dar xist.

Seroka Kooperatîfa Nefelê Arzu Suna ji Rûdawê re got, “Em dixwazin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin.”

Meclisa Jinên Karsaz a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) di çarçoveya 25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna Tundûtûjiya Li Dijî Jinan a Navneteweyî de “Komxebata Jin di Aboriyê de” li dar xist.

Gelek jin beşdarî komxebata ku li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat lidarxistin bûn.

Seroka Meclisa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngenê da zanîn, armanca wan ew e ku ji aliyê aborî ve piştgiriya jinan bikin.

Seroka Meclisa Jinên Karsaz a DTSOyê Fîlîz Ekîngenê her wiha got:

“Li hemû cîhanê newekheviya derfetan heye.

Em dixwazin vê rastiyê biguherînin.”

"Ev ji bo jinan xebateke girîng e"

Jinan destnîşan kir ku ew bi vê komxebatê dixwazin hev bihêz bikin.

Seroka Kooperatîfa Nefelê Arzu Suna ji Rûdawê re axivî û anî ziman:

“Cara ewil e ku komxebateke wiha tê kirin. Em bi kelecan in.

Ev ji bo jinan, jiyana me û welatê me xebateke girîng e.

Di vê komxebatê de em dê hem biryaran bidin û hem jî plansaziyan dayînin.

Ji sedî sed xebatkarên karê ku ez serkêşiya wê dikim jin in.

Em dixwazin jin zêdetir di hemû qadên kar, pîşesazî û bazirganiyê de cih bigirin.

Em li dijî cudakarî û tundûtûjiya zayendî û newekheviya aborî jî di nava têkoşînê de ne.

Xebata jinan di hemû qadan de têrê nake, em jî ji bo ewlehiya wan û bidestxistina encamê hewl didin.”

Seroka Kooperatîfa Nefelê Arzu Suna her wiha da zanîn:

“Em dixwazin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin.

Dixwazin jin tenê di malê de bin û zarokan mezin bikin.

Jin dikarin zarokan jî mezin û bixebitin jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst