Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend bêkar hene?

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Paşîn a 2024an hejmara kesên bêkar 84 hezar kes kêm bû û dakete 3 milyon û 72 hezar kesan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), îro amarên bêkariyê yên meha Çiriya Paşîn a 2024an eşkere kirin.

Li gorî amarên TUÎKê, hejmara kesên bêkar meha Çiriya Paşîn li gorî meha Çiriya Pêşîn 84 hezar kes kêm bû û dakete 3 milyon û 72 hezar kesan.

Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 kêm bû û meha Çiriya Paşîn bû ji sedî 8,6.

Di nava ciwanan de jî rêjeya bêkariyê daketiye.

Rêjeya bêkariyê ya kesên di navbera 15 û 24 salî de li gorî meha Çiriya Pêşîn, meha Çiriya Paşîn ji sedî 0,5 kêm bû û bû ji sedî 15,8.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Çiriya Paşîn hejmara kesên dixebitin 168 hezar kes kêm bûn û bi tevahî ji bo 32 milyon û 748 hezar kesan derfetên kar hatiye dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst