Serokê Jûra Bazirganiyê ya Şirnexê: Em dixwazin karsaz vegerin welatê xwe

14-03-2024
Osman Gelîş (li milê çepê) û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Osman Gelîş (li milê çepê) û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş Herêma Kurdistanê Bazirganî Bêkarî
A+ A-

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş got, “Em dixwazin karsazên ku ji Silopiyayê, ji Şirnexê, ji Hezexê û Cizîrê çûne vegerin welatê xwe febrîqeyên xwe li welatê xwe vekin em jî bibin xizmetkarên wan. “

Osman Gelîş bal kişand ser bazirganiya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de û da zanîn, “Em her du alî gelekî nêzîkî hevdû ne lê di warê aborî de ji hevdû dûr in.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê got, “Me divê em bazirganiya xwe û Herêma Kurdistanê zêde bikin."

Osman Gelîş rêjeya zêde ya bêkariya li Şirnex û Colemêrgê bi bîr anî û anî zimên, “Bêkarî herî zêde li Şirnex û Colemêrgê heye."

Gelîş destnîşan kir ku ji bo başkirina aboriyê projeyên wan hene û got, “Em dixwazin li Silopiyayê du sanayiyên nû vekin."

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş, bû mêhvanê mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

Hevpeyvîna Tora Mêdyayî ya Rûdawê ya bi Osman Gelîş re bi vî awayî ye:

“Em di warê aborî de ji hevdû dûr in”

Rûdaw: Wekî Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê hûn rewşa bajêr çawa dibînin? Niha li Şirnexê rewş çawa ye?

Osman Gelîş: Di destpêkê de hûn bi xêr hatin. Em silavên germ ji Şirnexê ji herêma Cûdî ji Hewlêrê, Dihokê, Zaxo û Silêmaniyê re dişînîn. Em bi dîtina we gelekî kêfxweş bûn. Em her du alî gelekî nêzîkî hevdû ne lê di warê aborî de ji hevdû dûr in.

Ev kêmasiya me her du aliyan e. Em di warê bazirganiyê de destê xwe bidin hevdû li herêmê, hem dê di berjewendiya me de be û hem wê ciwanên me yên keç û xort bêhtir kar bikin. Di vî warî de kêmasiya me her du aliyan heye.

Em dixwazin em her du alî destê xwe bidin hevdû. Tiştên nexweş bi ser herdû aliyan jî de hatin. Li aliyê me jî û li aliyê we jî. Ev bû kêmahî ji me re û li mentîqeya me pîşesazî paş de ma.

Dema pîşesazî kêm bû kêmasî ket karê me. Ev 7-8 sal in em li Şirnexê rihet in ti pirsgirêk tune, em li karên xwe dinêrin. Li gel Wezareta Pîşesaziyê em û parêzgarê Şirnexê em dixwazin li Silopiyayê 2 herêmên pîşesaziya medenî vekin.

“Em dixwazin karsaz vegerin welatê xwe”

Rûdaw: Li Silopiyayê?

Osman Gelîş: Belê li Silopiyayê, li ber deriyê sînorê Xabûrê mijara zeviyên wan jî hatiye çareserkirin. Em dixwazin karsazên ku ji Silopiyayê, ji Şirnexê, ji Hezexê û Cizîrê çûne vegerin welatê xwe febrîqeyên xwe li welatê xwe vekin em jî bibin xizmetkarên wan.

Li gorî amarên dewletê di warê bêkariyê de li Tirkiyeyê em û Colemêrgê di rêza yekem de cih digirin. Bi rêya kanala we em ji karsazên Herêma Kurdistanê jî re dibêjin, birayên me bila bên em bi hev re kar bikin.

“Bila birayên me bên, em di xizmeta wan de ne”

Em di xizmeta wan de ne. Mirov dikare bibe şirîkê hevdû, destê xwe bide hevdû bi hev re kar  bike. Sînorên me pêk ve ye. Em merivên hevdû ne. Meta min li Zaxoyê ye.

Îro Cizîr, Silopiya bi pêş ve çûne û ji bo bipêşveçûna zêdetir jî hazir in. Ev 20 sal in ez têm e Hewlêr, Zaxo û Dihokê, ji pêşdeçûna wê derê jî em gelekî kêfxweş in.

Berê dema em dihatin Hewlêrê rêyên wê gelekî ne xweş bûn çirayên trafîkê tûnebûn. Tu biçûya kû te nedizanî. Rêyên wê baş bûne. Hewlêr 5-6 salên dawî de gelêkî pêş de çûye. Em ji pêşdeçûna Hewlêrê gelekî kêfxweş in. Xweda qewetê bide.

Lê belê aborî tiştekî cuda ye divê em aboriya xwe bihêz bikin. Hem Herêma Kurdistanê û hem jî em, divê em aboriya xwe bihêz bikin. Îro li dinyayê qeyraneka aboriyê heye lê ez dibêjim eger em destê xwe bidin hevdûdwê ev qeyran bandorê li me neke û di ser me re derbas bibe.

“Rojane dê 100 hezar bermîl petrol were derxistin”

Îro hemd ji Xwedê re li Herêma Kurdistanê li vir li Gabarê jî petrol derketiye. Îro rojane 40 hezar bermîl petrola herî baş li Şirnexê li Gabarê derdikeve. Heta dawiya meha 12an a 2024an dê rojane 100 hezar bermîl petrol were derxistin.

Ev dê bo pêşveçûnê gelekî baş be. Kertên di warê petrolê de kar dikin wê bêne vê dere. Divê em alîkariya hevdû bikin û pêşiya me ronahî ye. Ez hêvîdar im. Divê em hêvîdar bin û alîkariya hevdû bikin.

“Em dixwazin danûstandinên me li gel karsazên Herêma Kurdistanê zêdetir hebin”

Em dixwazin danûstandinên me li gel karsazên Herêma Kurdistanê zêdetir hebin û zanîngehên me li ser sektorên me kar bikin û ji me re rêberiyê bikin. Îro xemasariya zanîngehên me jî hene. Hem ya Şirnexê hem ya Hewlêrê. Zanîngehên me divê her ji 6 mehan carekê danûstendinan bikin.

Em dîbînin firingiyên me ji Antalya û Mêrsînê tên, divê em firingiyan li Silopya û Zaxoyê biçînin. Îro em destên xwe bidin hevdû zanîngehên me jî bibin rêberên karsaz û odeyên me yên bazirganiyê em dê qederekê bi pêş ve biçin. Em ji hatina we gelekî kêfxweş in û em dixwazin zêdetir em bi ser hev de herin û werin û hevdû bibînin rêya rast nîşanî hevdû bidin.

“Şirnexê jî salên 2015-2016an erdhejeke bêdeng dît”

Rûdaw: Birêz Osman Şirnex di rêjeya bêkariyê de yekem e. Sedem çi ne? Çend sal in li Şirnexê şer çênebûye, atmosfereke din a baş heye, ji bo geştiyariyê cihekî xweş e. Çima Şirnex di asta bêkariyê de yekem e?

Osman Gelîş: Bira pîşesazî di kurtedemekê de bi pêş nakeve, binêre li cihên wekî Gebze, Kocaelî û Enqereyê di 30-40 sal 50 salî de pîşesazî pêş ketiye. 2015-2016an de Xweda neyîne sere ti kesî. Par li Mereşê erdhej çêbû.

Şirnexê jî salên 2015-2016an erdhejeke bêdeng dît. Me nexweşiyeke mezin derbas kir. Ji sedî 70yê Şirnexê wê demê xirab bû. Karsaz li cihên nexweşî lê hebin naçin lê kar nakin. Diçin li cihên ku hizûr û aramî hebin kar dikin.

“Xweda hez bike dê ciwanên me jî bibin xwedî kar”

Rûdaw: Heta niha jî aboriya Şirnexê baca 2015-2016an dide?

Osman Gelîş: Wan tengasiyan karsaz tirsandin, dema karsaz bitirse nayê lê dema bibîbe hizûr heye tê jêrxana xwe ava dike lêkolînan dike. Dinêre bê ka çi pêwîst e. Ciwan dikarin çi bikin, piştî wan lêkolînan dest bi danîna sermaye û veberhênana xwe dike. Ev di demên teng de çênabe lê belê ez wisa bawer dikim heta 5 salan dê ti kes herêma me nas neke.

Xweda hez bike dê ciwanên me jî bibin xwedî kar. Divê ciwanên me xwe fêrî kar bikin. Hemû kes nikare hemû karî bike. Ji bo xebitandina makîneyên mezin divê karmend xwedî belgename be. Tu çi dikarî bîkî tu jê fam nekî ew karsaz te wernagire. Me divê ew xwe fêrî kar bikin û bê kar nemînin.

“Îro di şaredariyê de divê siyaset nebe”

Rûdaw: Niha hilbijartinên şaredariyê nêzîk bûne. Aliyên siyasî, di bernameyên xwe de behsa bêkariyê û rewşa aboriya Şirnexê dikin. Nêrînên we li ser wan bername û bangeşeyên aboriyê çi ne?

Osman Gelîş: Niha ez li ser hilbijartinan nimûneyekê didim. Nexweşxane li ser laşê însan çêdibe. Şaredarî jî nexweşxaneya wê mentîqeyê ye. Ava me, parka me, karê wan e. Divê xweşiyekê bidin wî miletî.

Îro di şaredariyê de divê siyaset nebe. Kî baş be, kî karibe xizmetekê ji wî miletî re bike, divê milet tercîha xizmetê bike. Şaredarî ya xizmetê ye ne ya siyasetê ye.

Teqdîr ya miletî ye, milet baweriya xwe bi kê bîne wê dengê xwe bide wî. Dê hilbijartin pêk were. Milet baweriya xwe bi kê bîne wê dengê xwe bide wî lê ez wisa bawer dikim li cihê xizmet lê hebe wê ji milet re baştir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst