APIKUR: Îraq ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê ne amade ye

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan APIKUR Wezareta Petrolê ya Îraqê Petrola Herêma Kurdistanî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) eşkere kir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê ne amade ye.

 APIKURê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û got:

"Kompanyayên navneteweyî yên petrolê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi niyeteke pak dest bi danûstandinan bi Hikûmeta Îraqê û Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kirin.

Armanca civînan, gihiştina biryarekê bû ji bo destpêkirina hinartina petrolê ku li gel peymana yasayî û budceya Îraqê hevgirtî û guncaw be.

Ji me re zelal bû ku Wezareta Petrolê ya Îraqê ne amade ye dan û standinan li ser çareseriyekê bike ku tê de rêz li peymana me were girtin."

APIKUR behsa wê yekê dike ku Wezareta Petrolê ya Îraqê hewl dide rêyekê bigire pêş ku bi awayekî yekalî alternatîfekê ji bo çarçoveya yasayî û peymanên me yên niha bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re deyne.

Komeleya APIKURê diyar kir ku gavên Îraqê nayên qebûlkirin û wiha domand:

“Heta ku pabendiyek ji Hikûmeta Îraqê nebe, em ne amade ne dest bi jinûve hinartina petrolê bikin.”

APIKURê xwest ku derbarê rêbaza wergirtina diravê firotina petrolê ya borî û paşerojê de piştrastiyekê hebe.

Piştî biryara dadgeheke navbeynkariya navneteweyî li Parîsê ji Adara 2023an ve hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ji rêya Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Heta niha çend caran civîn bi armanca jinûve destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re hebûne lê ti encam ji civînan dernketiye hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst