COLEMÊRG - Ciwan pir in lê bêkar jî zêde ne: 'Ji ber ku em Kurd in!'

04-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Colemêrg Ciwan Bêkarî
A+ A-

Colemêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên Îdareya Giştî ya Nifûsê, di nav 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara ciwanan herî zêde li Colemêrgê ye.

Rêjeya ciwanan li Colemêrgê ji sedî 22, li Şirnexê ji sedî 21.7 û li Sêrtê jî ji sedî 21.1 e.

Tevî vê yekê rejeya bêkariya di nav ciwanan de jî herî zêde her dîsa li van navçeyan û bi taybetî jî li Colemêrgê ye. Li Colemêrgê rêjeya bêkariyê ji sedî 19.2 ye.

Xelkê Colemergê li aliyekî dixwaze ku zêdetir geştyar biçin seredana bajarê wan lê li aliyekî din jî daxwazê ji hikûmetê dike ku kargeh bêne vekirin û derfetên kar jî zêdetir bin.

“Eger kargeh neyên vekirin dê ciwan herin derve”

Xwendekarê beşa aboriyê Hatîp Taşman got “Pêwîst e kargeh bêne vekirin, ji bo ciwanan rê bêne vekirin.

Eger ev yek neyê kirin ciwan tev biçin derve, wekî dizanin nifûsa herî ciwan a Colemêrgê ye.”

“Sedema xizaniyê ew e ku em Kurd in”

Welatiyê bêkar Bedel Acar diyar kir, “Xelkê Colemergê ji ber ku Kurd e, xelkekî bindest e. Loma çi caran xizanî li vir xilas nabe. Sedema xizaniyê ew e ku em Kurd in.

“Ez ji jiyana xwe bêzar bûme”

Welatiyê bêkar Bektaş Kurt anî ziman, “Xelkê Colemergê nivî zêdetir hejar e.

Ez li ser gileşê kar dikim û debara xwe peyda dikim. Ez ji jiyana xwe bêzar bûme.

Ez li hemû saziyan digerim hema çi karek hebe ez dê bikim lê ka kar tine.”

“Colemerg cihê maden û petrolê ye lê ciwanên me li derve kar dikin.”

Endezyarê bêkar Mihemed Erçel wiha axivî, “Colemerg cihê maden û petrolê ye lê ciwanên me li derve kar dikin.

Ez endezyar im û bêkar im. Pêwîst e derametê Colemergê ji bo xelkê Colemergê be, li madenan xelkê Colemergê kar bike.”

Malnişîn Sadî Marînusê got, “Li Tirkiyeyê pareyê me nixrê wê ketiye û her tişt gelek biha ye û em êdî nikarin ji bo zarokên xwe 2-3 kîlo goşt bistînin.

Em dixwazin dewleta me bihayan erzan bike û mûçeyan zêde bike û pareyek bike nav bazarê û hejar kêmtir bibe.”

“Em vala diçin û tên”

Welatiyê bêkar Omer Duran diyar kir, “Hema tiştek, karek tine.

Em hema vala vala li nav bazarê diçin û tên û vedigerin malê. Li Colemergê kar tine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst