Îraq û BPyê li ser petrola Kerkûkê peymanek îmze kir

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Petrola Kerkûkê Peyman British Petroleum BP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo bipêşxistina hin qadên petrolê yên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, bi şîrketa vejenê ya Brîtanyayê British Petroleumê (BP) re peyman îmze kir.

Peyman di bin çavdêriya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de hat îmzekirin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê ragihand ku li gorî peymanê, projeya rehabîlîtekirin û bipêşxistina qadên petrolê yên li Kerkûkê yên bi navê Baba-Awana, Bay Hesen, Cambûr û Xebazeyê dewrî BPyê hatin kirin.

Li gorî peymanê, ji dewrkirinê armanc ew e ku rojane hilberîna petrolê bigihîje 420 bermîlan, gaza siruştî bigihîje 4 milyon metrekûpî û ji xeynî vê jî santraleke elektrîkê ya kapasîte 400 megawat were avakirin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku  proje dê bibe alîkar ji bo rawestandina şewitandina berdewam a gaza hawel û dabînkirina sotemeniya pêwîst ji bo wêstgehên elektrîkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst