Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê amarên enflasyonê eşkere kirin

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO), li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê enflasyona Adara îsal ji sedî 3,79 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî  46,23yan.

Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) doh amarên enflasyona meha Adarê ya Stenbolê eşkere kirin.

Li gorî amarên Debara Meaşxwiran a Stenbolê, enflasyona meha Adarê bûye ji sedî 3,79 e.

Li gorî amarên Bihayên Kel û Pelên Bikom jî mehane ji sedî 2,30 e û salane jî ji sedî 46,12 ye.

Li Stenbolê meha Adarê herî zêde bi rêjeya ji sedî 4,83yan bihayê kel û pelên paqijiyê yên kîmyayî zêde bûne.

Her wiha enflasyona xwirekê ya mehane jî ji sedî 3,64 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst