Çîn dê baca berhemên Amerîkayê zêde bike

04-02-2025
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çîn dê li hemberî zêdekirina terîfeya bacê ya Trump, baca li ser berhemên ji Amerîkayê tên zêde bike.

Çînê ragihand ku li hemberî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a sepandina baca gumrikê ya îlawe ya ji sedî 10î ya bi ser hemû berhemên ji Çînê tên hawirdekirin, ew jî dê ji bo hin berhemên ji vî welatî tên hawirdekirin, baca gumrikê ya îlawe bisepînin.

Di daxuyaniya Wezareta Darayî ya Çînê de hat destnîşankirin ku ji bo berhemên ji Amerîkayê tên hawirdekirin ji sedî 10 baca gumrikê ya îlawe dê bê sepandin ku di navê de petrola xam û ekîpmanên çandiniyê.

Her wiha ji bo hawirdekirina komir û gaza siruştî jî ji sedî 15 baca gumrikê ya îlawe dê bê sepandin.

Wezareta Darayî ya Çînê diyar kir ku baca îlawe dê ji 10ê Sibatê û pê ve bikeve warê bicihkirinê.

Li aliyê din Wezareta Bazirganiyê ya Çînê jî ragihand ku hawirdeya madenên krîtîk ên tungsten, tellur, bîzmut û molîbdenê yên ji bo Amerîkayê dê bê kontrolkirin.

Rêveberiya Verastkirina Piyaseya Dewletê ya Çînê jî eşkere kir ku wan dernarê şîrketa înternetê ya Amerîkan Googleyê de ji ber sedema ku verastkirinên dijî yekdestîbûnê binpê kirin, lêpirsîn da destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Trump, bi biryarnameya ku 1ê Sibatê îmze kiribû, li ser hawirdeya ji Çînê ji sedî 10 baca gumrikê ya îlawe sepandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst