Garo Paylan: Erdogan aborî wêran kir

07-07-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Garo Paylan Aborî Tirkiye AKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê bibîr xist ku Erdogan 3 sal berî niha soz da aboriyê vejîne, lê niha dibînin bi siyaseteke yekaliyane aborî wêran kiriye.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan di civîneke çapemeniyê de li parlamentoyê rapora Komîsyona Aborî ya partiya xwe eşkere kir.

Garo Paylan ku di heman demê de Cîgirê Hevserokên HDPê ye bo karûbarên aborî, behsa rewşa aboriya Tirkiyê kir û rexneyên dijwar li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin ku sê sal berî niha gotibû, “Ez aborînas im û aborî pisporiya min e, hûn deng bidin min, aboriyê bo we vedijînim.”

Erdogan de dema kampanya hilbijartinê de ev yek berdewam dubare dikir. Garo Paylan li Parlamentoya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de got, “Em wek HDPê nimreyê bo birêvebirina aborî ji aliyê Erdogan ve dideynin. Eger kêmek bûya me didayê, li niha em nimreya sifir didinê.”

Paylan herwiha got, Erdogan dibêje aborî pêş ketiye, lê dema temaşe dikin ew pêşketina aborî her bo alîgirên wan bi xwe ye. Mijareke din ku Paylan rexne dikir, guhertinên Erdogan ên di postên girêdayî aborî de bûn. Garo Paylan got, “Erdogan guvaşê dixe ser Rêveberê Saziya Amerên Tirkiyê û Rêveberê Banka Navendî û zorê li wan dike amaran bi dilê wî belav bikin, lê dema amar ne bi dilê wî bin, rêveberan diguhere.”

Ew Parlamenterê HDPê dibêje, “Sê sal berî niha merivê tekrewî got bi saya min aborî pêş dikeve, ji xwe em dizanin! Baş e ez ji wan hemû kesan dipirsim ku li nav vê salonê ne, ji karkeran, cotyaran û kasibkaran dipirsin, em wek HDP bajar bi bajar, bajarok bi bajarok, gund bi gund digerin û bo welatiyan radighînin ku Erdogan dibêje aborî pêş ketiye.”

Lê bi gotina Garo Paylan, “Tenê yek kes jî nabêje aboriya min pêş ketiye. Tenê aboriya alîgirên wan bi xwe pêş ketiye. Îdareya tekrew-monopolî çavkanî ji koşk, şer û alîgirên xwe re terxan kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst