Memur-Sen: Sînorê hejariyê bûye 10 hezar û 939 lîreyên Tirkî

07-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Sendîkaya Fermanberan (Memur-Sen) a birçîbûn-hejariyê ku her meh tê kirin, li Tirkiyê bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê 3 hezar û 809 lîre û sînorê hejariyê jî bûye 10 hezar û 939 lîreyên Tirkî.

Memur-Sen ku wek sendîkayeke nêzîkî desthilatê tê naskirin raporta xwe ya bi navê “Sînorê Birçîbûn û Hejariyê” ya mehane eşkere kir.

Li gor raporta sendîkayê sînorê birçîbûnê 3 hezar û 809 lîre ye û ev jî nêzîkê mûçeyê kêmane ye ku wek 4 hezar û 253 lîre hatibû ragihandin. Hefteya borî Sendîkaya Turk-Işê jî di raporta xwe de sînorê birçîbûnê wek 4 hezar û 250 lîre eşkere kiribû. Memur-Sen di raporta xwe de bo malbateke 4 kesî sînorê hejariyê jî wek 10 hezar û 939 lîreyên Tirkî diyar kiriye.

Li gor amarên raportê di  Çileya 2022ê de li gor Kanûna 2021ê bihayê kel û pelên xwarinê ji sedî 7.51,  bihayê kel û pelên xwe germkirinê ji sedî 11.54, bihayê ronahîkirinê jî ji sedî 69.67 zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst