Rêjeya enflasyonê çiqas e?: TUIK tiştekî ENAG tiştekî din dibêje

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK ENAG Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) du rêjeyên gelekî cude yên enflasyonê ragihandin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), amarên enflasyona meha Çiriya Paşînê û ya salane eşkere kirin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Çiriya Paşînê, bi rêjeya ji sedî 3,28 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 61,98an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona meha Çiriya Paşînê ji sedî 5,58 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 129,27an.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye

Li gorî amarên TUIKê meha Çiriya Paşînê herî zêde bi rêjeya ji sedî 10,99an bihayê elektrîk, gaz û berhemên germkirinê zêde bûye û herî zêde bihayê berhemên petrolê bi rêjeya ji sedî 3,52 daketiye.

Herwiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 93,7an bihayê berhemên dermanxaneyan zêde bûye û herî zêde bi rêjeya ji sedî 30 bihayê elektrîk, gaz û berhemên germkirinê daketiye.

Li gorî amarên ENAGê meha Çiriya Paşînê herî zêde bi rêjeya ji sedî 11,05an bihayê sektora kêfxweşî û çandê zêde bûye û piştre bi rêjeya ji sedî 9,18an bihayê kelûpelê malan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst