Tirkiye û Îraq dixwazin li şûna dolar, bi lîre û dînar bazirganiyê bikin

01-12-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Tirkiye Îraq Dola Dînar Lîreyê Tirkî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye û Îraq dixwazin li şûna dolar, bi lîre û dînar bazirganiyê bikin lê Nûnerên tekstîlê li dijî vê plansaziyê derdikevin.

Di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de salawext 15 milyar dolar bazirganî tê kirin.

Heta niha her du alî hemû bazirganiya xwe ser dolarê Amerîkî dikirin.

Lê şandeyeke payebilind a Îraqê ji bo pêwendiyên bazirganî li gel Tirkiyeyê gotûbêj bikin çûn serdana Enqere û Stenbolê.

Tirkiye û Îraq amadekarî dikin ku di pêwendiyên xwe yên bazirganî û fînansî de bikaranîna dolarê Amerîkî kêm bikin û derbasî lireyê Tirkî û dinarê Îraqî bibin.

Ev mijar di navbera her du aliyan de hêj nehatiye yekalîkirin.

Nûnerên tekstîlê li dijî vê plansaziyê derdikevin

Lê nûnerên sektora tekstîlê ku cilûberg hinardeyê Îraq û Herêma Kurdistanê dikin, li dijî vê plansaziyê derdikevin.

Ew dibêjin ji ber nirxên cuda yên lîre û dînar wê di bazirganiya wan de tevlihevî çêbibe.

Herwiha karsaz dibêjin, ew hemû kelûpelên xwe li ser nirxê dolar dikirin, ji loma jî ew dixwazin bi dolar bifroşin.

Yûsif Eliye karsazekî ji Bexdaya Îraqê ye û ji bo bazirganiyê bike ji bo çend rojan çûye Stenbolê.

Yûsif salane bi bihayê deh hezaran dolar cilûberg ji Mertera navenda tekstîlê distîne û dibe li welatê xwe difroşe.

Yusuf wekî her car cilûbergan bi dolar dikire, lê mijara ku eger heye Tirkiye û Îraq di pêwendiyên bazirganî de êdî derbasî lireyê Tirkî û dinarê Îraqî bibin.

Wekî gelek karsaz û bazirganan serê wî jî tevlihev dike.

“Di sala nû de dixwazin bi lîre û dînar bazirganiyê bikin”

Karsazê Îraqî Yûsif Eliye got, "Karsazên Îraqî berê zêdetir ji Tirkiyeyê mal distandin.

Lê niha ji ber biha ye ew berê xwe dane Çînê. Li Tirkiyeyê dolar bilind dibe.

Di sala nû de dixwazin dolar rakin û bi lîre û dînar bazirganiyê bikin. Ev yek wê bandorê bide ser bazara me helbet.

Lewra em bazirgan piranî bi dolar û Euro bazara xwe dikin."

Li Tirkiyeyê sektora tekstîl û cilûbergan di demên dawî de ji ber mesrefên zêde di nav tengasiyê de ne.

Li gorî nûnerên sektorê ku cilûberg hinardeyê Îraq û Herêma Kurdistanê dikin, ew hemû kelûpelên xwe li ser nirxê dolar dikirin, ji loma jî ew di firotanê de jî li ser nirxê dolar hesab dikin û hinarde dikin.

“Bazirganiya me li ser dolar e, ne bo lîre û dînar e”

Berpirsê markaya Jiberê ya Stenbolê Şemsettîn Îde wiha anî ziman:

"Tîcareta me ya Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê li ser dolar e. Ne bi lîre û dînar e.

Niha pirsgirêka herî mezin ev e ku di navbera nirxê lire û dînar de ferqeke mezin heye.

Ji ber vê jî bihayê malen me ji wan re giran tê. Lazim e ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Ev pirsgirêk çareser bibe wê bazirganiya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bibe."

“Eger bazara me bibe bi lîre em dê zirar bikin”

Xwediyê markaya Kevingstonê Senayi Aydinlik wiha axivî, "Em malên xwe bi dolar difroşin. Lê ev 5-6 meh in ji Îraqê pere ji me re nayê.

Mişteriyên me yên ku me berê 500 heb mal difrote wan niha tenê 100 heb dikirin. Karê me hinekî rawestiyaye.

Niha mesela kargo û gumrik pir problem e. Jixwe em hemû malzemeyên xwe bi dolar dikirin.

Di ser de kirêya me jî bi dolar e. Ger bazara me bibe bi lîre em dê zirar bikin"

Şandeyeke payebilind a Îraqê, ji bo pêwendiyên bazirganî li gel Tirkiyeyê gotûbêj bikin çûn Enqere û Stenbolê.

Enqere û Bexda hewl didin ku di bazirganiya her du welatan de li dewsa dolar derbasî lire û dînar bibin.

Lê ev mijar di navbera her dua liyan de hêj nehatiye yekalîkirin.

Di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de hecma bazirganiyê salawext 15 milyar dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst