Civîna MGKyê bi dawî bû: 'Pêşvebirina pêwendiyên bi Îraqê re dê sûdê bigihîne me'

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan MGK Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi dawî bû. Li gor daxuyaniya ku piştî civînê hate belavkirin, tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştevanîkirina xebatên ewlekarî, aramî û "xebatên rûbirûbûna terorê" yên Tirkiyeyê dê zemînê hevkariyê yê di navbera her du welatan de bihêztir bike.

Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nêzîkî 2 mehan civiya.

Civîn demjimêrê 15.30an li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê dest pê kir û derdora 3 demjimêran ajot.

Piştî civînê Serokayetiya Ragihandina Serokkomariyê ya Tirkiyeyê li ser naveroka civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gor daxuyaniyê “rûbirûbûna terorê”, rewşa Sûriyeyê, rûdanên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê, vegera li ser peymana veguhestina dexlûdan, rûdanên dawî yên li parzemîna Efrîqayê, pêwendiyên Tirkiye û Îraqê, sedsaliya Peymana Lozanê û parastina destkeftên wê peymanê mijarên sereke bûn.

Di wê daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) li ser rûbirûbûna dijî rêxistinên “PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DAIŞê” hatiye agahdarkirin û li ser "operasyonên" ku vê dawiyê tên kirin zanyarî hatine pêşkêşkirin.

“Pêşvebirina pêwendiyên bi Îraqê re dê sûdê bigihîne me”

Li gor daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên Tirkiye û Îraqê jî hatine gotûbêjkirin:

“Di civînê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku di her warî de pêşvebirina pêwendiyên bi cîranê me Îraqê re, dê sûdê hem bigihîne welatê me û hem jî bigihîne navçeyê.

Ameje bi wê yekê hate dayîn ku jidil piştevanîkirina xebatên ewlehî, aramî û rûbirûbûna terorê yên Tirkiyeyê dê zemînê hevkariyê bihêztir bike.”

Şeva sêşemê Serokkomarê Tirkiyeyê di çaremîn konferansa balyozên welatan de li Enqereyê gotarek pêşkêş kiribû û gefa berdewamiya oparasyonên nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê xwaribû.

Di beşeke din a daxuyaniyê de ameje bi wê yekê hatiye dayîn ku di civînê de li ser rûdanên dawî yên şerê Ukrayna û Rûsyayê û bandorên wê yên li ser navçeyê gotûbêj hatine kirin:

“Hate diyarkirin ku li Deryaya Reş zêdebûna aloziyan ne di berjewendiya ti aliyan de ye. Bang li hemû aliyan hate kirin bêyî ku dereng bimînin li ser maseya gotûbêjê rûnin û dawiyê li şer bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst