107 salî ye, qiloçê wê çêbû

Duh li 09:01
Nîşan Çîn Jin Qiloç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Guangdongê ya Çînê li ser eniya jineke 107 salî qiloçekî 10 santîman dirêj derket.

Xelkê cihî qiloçê Chenê wekî nîşaneya emirê dirêj dinirxîne.

Hat teşxîskirin ku Chen gelekî tûşî tavê maye û ev “qiloçê çermî” ji ber wê çêbûye.

Li hêla din hat zanîn ku tenduristiya Chenê baş e.

Divê were gotin ku ev rewş li ser tenduristiyê xetereyeke mezin çênake lê ji ber ku rîska penceşêrê dihewîne divê bi awayekî tekûz were kontrolkirin.

Beriya niha jî li herêma Sichuanê ya Çînê li ser eniya jineke bi navê Liang Xiuzhen strihek çêbûbû.

Qiloçê Liang Xiuzhenê 13 santîman dirêj bû û bijîşkan ew wekî “tumoreke çermî ya ku dişibe qiloçan” pênase kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst