PARIS - Polîsan li metroyê jinek kuşt

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan Parîs Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li metroya paytexta Fransayê bajarê Parîsê, polîsan bi hinceta ku gef li rêwiyan xwariye gule li jinekê reşandin. Jina ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê mir.

Li gorî nûçeyên medyaya Fransayê, polîsan îro di metroyê de jineke ku tê gotin gef li rêwiyan xwariye, gulebaran kir.

Rêvebirê Polîsan Laurent Nunez got ku bi gotina şahidên bûyer wê jinê gef li rêwiyan xwariye.

BFMTVyê ragihand ku polîsan gule li zigê wê jinê xistine û piştî wê jî polîsan stasyona Bibliotheque Francois-Miterrandê vale kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Olivier Veran jî di civîneke çapemeniyê de got ku wê jibê berê jî gef li leşkeran xwaribû.

Olivier Veran diyar kir ku têkildarî çalakiyên wê jina gumanbar û derbarê polîsê gule li wê reşandine lêpirsîn dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst