Ji ber êrîşên Rûsyayê nêzîkî 50 avahiyên Odesayê zerar dît

26-07-2023
RÛDAW
Nêzîkî hefteyekê ye artêşa Rûsyayê ji deryayê û esman ve bi mûşek û dronan Odesayê dike armanc
Nêzîkî hefteyekê ye artêşa Rûsyayê ji deryayê û esman ve bi mûşek û dronan Odesayê dike armanc
Nîşan Odesa UUkrayna Rûsya Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê, li bajarê Odesayê hinek avahî kirine armanc ku di lîsteya şûnwarên dîrokî ya UNESCOyê de ne.

Serokê Ukraynayê dibêje ku tenê di şevekê de nêzîkî 50 avahiyî zerar dîtiye û 25 ji wan avahiyan navendên dîrokî bûne.

Odesa bajarekî stratejîk û dîrokî yê Ukraynayê ye û li ser Deryaya Reş e.

Herwiha tekane bendera Ukraynayê li wê derê ye û ji sedî 65ê bazirganiya Ukraynayê bi rêya wê benderê tê kirin. 

Nêzîkî hefteyekê ye artêşa Rûsyayê ji deryayê û esman ve bi mûşek û dronan vî bajarê Ukraynayê dike armanc.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky got, “Tenê di şevekê de li Odesayê nêzîkî 50 avahiyan zerar dît. 25 ji wan avahiyên mîmarî û navendên dîrokî bûn. Herwiha şûnwarên dîrokî bûn ku di bin çavdêriya UNESCOyê de ne.”

Sala 2021ê ji Odesayê 86 milyon ton dexlûdan hatiye hinardekirin lê sala 2022an 51 milyon ton dexlûdan ji wê derê hatiye hinardekirin.

17ê vê mehê jî Rûsya ji rêkeftina Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê ya hinardekirina dexlûdan vekişiya.

Li gorî rêkeftinê hinardekirina dexlûdan bi rêya Deryaya Reş dihate kirin. 

Ukraynayî dibêjin, di êrîşên berdewan ên Rûsyayê de li Odesayê zerareke zêde gihiştiye embarên dexlûdan û nêzîkî 60 hezar ton dexlûdan ji nav çûye lê Rûsya van tohmetan red dikin.

"Hemû armanc bi awayekî serkeftî pêk hatine"

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyanskiy jî got:

“Hêzên çekdar ên Rûsyayê ji 19 mehan û vir ve çend êrîşên deryayî û hewayî yên hesas pêk anîne û gelek embarên çek û teqemenî, baregah û jêrxana sotemeniyê ya hêzên çekdar ên Ukraynayê li Odesa û Mikolayvê kirine armanc. Hemû armanc bi awayekî serkeftî pêk hatine.”

Amerîkayê, ji bo parastina wî bajarê Ukraynayê, bi awayekî bilez pakêteke din a alîkariyên leşkerî ji artêşa Ukraynayê re dabîn kir ku ji 400 milyon dolarî pêk tê. 

Di vê pakêtê de gelek amûrên leşkerî yên weke dronên çavdêriyê, otomobîlên leşkerî, çek û teqemenî hene. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst