Xwepêşandanên Fransayê: Qedexeya derketina derve hat ragihandin!

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku xortekî 17 salî li bajarê Nanterre ê Fransayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Nanterre û her wiha li bajarên din ên wek Parîs, Lyon, Toulouse û Lille wek nerazîbûn xwepêşandan hatin kirin. Di xwepêşandanan de herî kêm 150 kes hatin desteserkirin, ji ber xwepêşandanan li bajarê Clamartê heta 3ê Tîrmehê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Xwepêşandanên li Parîsa paytexta Fransa roja Sêşemê piştî ku xortekî 17 salî ji aliyê polîsê çûnûhatinê ve hat kuştin dest pê kiribûn hat kuştin, îro jî berdewam dikin.

Di navbera polîs û xwepêşanderan de şer û pevçûn derketin û herî kêm 150 kes hatin desteserkirin.

Li aliyê din li bajarê Clamartê ji ber xwepêşandanan heta 3ê Tîrmehê bi şev qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst