Kûpaya Cîhanê ya Jinan - Spanya bû şampiyon

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanê ya Jinan Şampiyon Spanya Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Spanyayê di pêşbirka fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê ya 2023yan de Brîtanya 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Pêşbirka fînalê ya 9emîn Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê li Stadyuma Olîmpîk a Sydneyê ya Awustralyayê hat lîstin.

Di pêşbirka fînalê de tîmên jinan ên Spanya û Brîtanyayê hatin hemberî hev.

Lîstikvana Spanyayê Olga Carmonayê di xuleka 29an de welatê xwe 1-0 xist pêş.

Nîveka yekem a lîstikê bi vê encamê bi dawî bû.

Spanyayê xuleka 68an penaltiyek bi dest xist lê nekir gol. 

Spanyayê Brîtanya 1-0 têk bir û cara yekem bû şampiyon.

Spanya; piştî Amerîka, Norwêc, Almanya û Japonyayê 5emîn tîma cuda ye ku Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê wergirtiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst