Otobus ji pirê ket: 45 kes mirin, tenê zarokek filitî

29-03-2024
Nîşan Qeza Afrîkaya Başûr Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bakurê Afrîkaya Başûr otobuseke rêwiyan ji pirê ket xwarê.

45 kesên di otobusê de mirin, tenê zarokekî 8 salî bi birîndarî filitî.

Li gorî nûçeyên medyaya Afrîkaya Başûr, otobusa ku Botsvanayê diçû Moriayê, li herêma Limpopoyê ji pirê ketiye.

Hat ragihandin ku xeyn ji zarokekî 8 salî, 45 rêwiyên di otobusê de mirine.

Wezîrê Veguhastinê yê Afrîkaya Başûr destnîşan kir ku ji bo diyarkirina sedema qezayê dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst