Amerîkayê bi ser 2 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepand

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di çorçoveya cezayên aborî yên li ser Rûsya û Îranê de bi ser 2 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepand.

Amerîkayê bi tohmeta kelûpelên balafirên bê mirov û dronan firotine Îranê, bi ser çend kompanyayên Çîn, Tirkiye, Îmarat û Îranê de ceza sepand.

2 kompanyayên Tirkiyeyê bi tohmeta ku bazirganiya leşkerî bi Îranê re dikin û kelûpelên balafirên bê mirov ên Shahed-136 ji Îranê re dabîn dikin dê bêne cezakirin.

Amerîkayê bi tohmeta bi Kompanya Pishgam Electronic Safeh (PESC) a Îranî re kar kiriye, “Kompanyaya Enerjî, Maden, Geştyarî, Pîşesazî û Bazirganî ya Dalê” û “Kompanyay Bazirganiya Navxwe û Derve ya Avahîsazî, Lojîstîk û Pîşesazî ya Anka Portê” yên Tirkiyê xiste lîsteya cezayê.

Piştî ku ji ber şerê Ukraynayê cezayên aborî bi ser Rûsyayê de hatin sepandin berpirsên Amerîkayê derbarî peywendiyên aborî yên bi Rûsyayê re gelek caran hişyarî dane Tirkiyeyê.

Amerîka û hinek welatên Ewropayê dibêjin, dronên ku Îran dide Rûsyayê di şerê Ukraynayê de tên bikaranîn lê Îran vê yekê red dike.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di çorçoveya cezayên aborî yên li ser Rûsyayê de berî çend rojan jî bi ser 5 kompanya û welatiyekî Tirkiyeyê de ceza sepandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst