Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: 6 keştiyên din ên dexlûdan ji Ukraynayê bi rê ketin

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dexlûdan Ukrayna Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku ji benderên Ukraynayê 6 keştiyên din ên genim ber bi Tirkiyê ve bi rê ketine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê vê mijarê de li ser Twitterê eşkere kir ku vê sibê ji benderên Ukraynayê 6 keştiyên din yên dexlûdanan ber bi Tirkiyê ve bi rê ketine.

Li gorî vê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ,hatina van 6 keştiyên dexlûdan, di çarçoveya rêkeftina hinardekirina dexlûdana Ukraynayê de ye ku di navbera Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye û Ukraynayê de hatiye îmzekirin.

Li ser vê bingehî vê sibê 6 keştiyên din yên genim ji benderên Ukraynayê bi rê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst