Tirkiyê 5 fermandarên Ukraynayê dane Zelensky; Rûsya aciz e

09-07-2023
Loloxan
Wêne: Wezareta Dewletê ya Ukraynayê
Wêne: Wezareta Dewletê ya Ukraynayê
Nîşan Ukrayna Tirkiye Rûsya Azov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ukraynayê di vegera serdana xwe ya Tirkiyê de 5 fermandarên xwe jî bi xwe re birin û vê yekê Rûsya nerazî kir.

Serokê Ukraynayê Volodomir Zelensky di serdaneke yek rojî de ji bo Tirkiyê çend mijarên girêdayî şerê welatê xwe dijî Rûsyayê ligel Erdogan behs kirin ku bo cîhanê eşkere bûne lê tişta ku ji nişka ve bû, ragihandina vegerandina 5 fermandarên serbazî yên yekeya Azov ji Tirkiyê bo Ukraynayê bû.

Zelenesky li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye ku fermandarên xwe bo welatê wan vegerandine û ew wek pêlewan binav kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, “Di dawî de me pêlewanên xwe dîtin, me parêzvanên Mariupol û Azovstal vegerandin niştiman. Ez hemû pêlewanên vî şerî bilind dinirxînim ku karîne berevaniyeke tam bikin.”

Yekeya Azov ew serbazên Ukraynayê bûn ku bo dema 3ê mehan li nav kargeha Azovstalê ya bajarê Mariupol mane û şerê serbazên Rûsyayê kirine. Heta naverasta meha Gulana 2022an xwe radestî artêşa Rûsyayê kirin ku hejmara wan 1733 kes bû.

Piştre di Îlonê de, di bihevguhertineke zindaniyan de 215 serbazên Ukraynî bi navbênkariya Tirkiye û Ukraynayê  beramberî 55 serbazên Rûsî bo Ukraynayê hatine radestkirin. Lê bi mercê ku her 5 fermandarên wê hêzê bo Tirkiyê bên birin û heta dawiya şer rê bo wan neyê dayîn ku biçin Ukraynayê.

Rûsyayê yekser nerazîbûn nîşan da û dibêje Ukrayna û Tirkiyê rêkeftin binpê kirine.

Berdevkê Kremlin Dimtry Peskov got, “Vegerandina fermandarên Azov ji Tirkiyê bo Ukraynayê ne tişteke ji xeynî ku binpêkirineke rasterast a mercên rêkeftinê ye. Aliyê Trikî û aliyê Ukraynî di vê binpêkirinê de beşdar in.”

Ukrayna û Tirkiyê heta niha bersiva Rûsyayê nedane lê Kremlin vê pêngava Tirkiyê ji dostatiya ligel Rûsya zêdetir bo meyla Enqerê ya bi aliyê Rojava û NATOyê ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst