Yekem roja êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê

24-02-2022

20:58

Putin behsa êrişa li ser Ukraynayê kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser êrişa bo ser Ukraynayê ragihand, “bijardeyeke din nemabû.”

Rûsyayê vê sibehê bi fermana Putin êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin ku heta niha jî berdewam e û dengê teqînan ji bajarên sereke yên Ukraynayê bilind dibe.

Serokê Rûsyayl Vladimir Putin jî vê êvarê li Moskowê civînek li gel karsazan pêk anî û behsa êrişa li ser Ukraynayê kir.

Putin êrişa li ser Ukraynayê wek “gaveke ji bo asayişa Rûsyayê” binav kir û got, “Rûsya hê jî beşek e ji sîstema cîhanî ya aborî û em naxwazin ev sîstem têk biçe.”

Serokê Rûsyayê derbarê şerê li gel Ukraynayê jî got, “li hember vê rewşê ti bijardeyeke din nemabû. Hemû hewldanên me negihiştin encamê. Li ser Rûsyayê metirsiya emnî gihiştibû astekê ku rêyek din li ber me nemabû.”

Putin got, ti pêşketinek li ser daxwazên Rûsyayê çênebû û diyar kir ku wan xwe ji bo sizayan jî amade kiriye.

Zêdetir bixwîne

20:45

Hûrgiliyên êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê

-

Serokê Rûsyayê plana xwe cîbicî kir ku berî çend hefteyan ji aliyê îstîxbarata Amerîkayê ve hatibû eşkerekirin. Berbangê êrîşên ser Ukraynayê destpê kirin.

Vladimir Putin bi hêrs di hevpeyvîneke televizyonî de got çi kesê li pêşiya wan rawest e, dê rûbirûyê bersiveke tund bibe.

`Pêdiviya bi bersiva dijwar`

Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê, radigihîne, “Pêdiviya şert û mercan bi bersiva me ya dijwar û yekser heye. Komara Gel a Donbasê daxwaza alîkariyê ji Rûsyayê kir. Bo vê mebestê, min biryar da operasyoneke serbazî ya taybet bikin. Armanc parsatina wî xelkî ye ku heşt sal e ji destê çewsandin û jenosaîda rejîma Kievê êş û janê dikşînin. Em daxwazê ji we dikin çekên xwe deynin û rasterast biçin male. Her kesek hewl bide me rawestîne û gefên zêdetir bo ser welatê me çêbike, yan bo ser xelkê me, divê bizane bersiva Rûsyayê yekser dibe û we rûbirûyê baceke wiha dike ku di dîrokê de rûbirû nebûbin. Em ji her derencamekê re amade ne.”

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê şeva borî bi êrîşa elektronîk bo ser malpera hikûmet û Parlamentoya Ukraynayê destpê kir, berbangê jî balefirên şer ên Rûsî Kharkiv û Mariupol bordûman kirin, dengê teqînên bihêz li Kieva paytext û piraniya bajarên Ukraynayê hatin bihîstin. Bi despêkirina şer Serokê Ukraynayê rewşa ne asayî ragihand û çaverêya piştevaniyeke zêde ji hevpeyman û hevbeşên xwe dike.

`Netirsin, em bihêz in`

Volodymyr Zelensky, Serokê Ukraynayê, radigihîne, “Welatiyên birêz ên Ukraynayê, vê sibê Serok Putin operasyoneke leşkerî taybet li Donbasê ragihand. Rûsya êrîşî jêrxana me ya leşkerî û zêrevanên me yên sînor kir. Li gelek bajarên Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin. Em rewşa ne asayî li tevahiya navçeyên welatê xwe radighînin. Berî kêliyekê min peywendî ligel serok Biden kir. Amerîka dest bi komkirina piştevaniya navdewletî kiriye. Îro divê hûn hemû aram bin. Li malên xwe bimînin eger hûn bikaribin. Em kar dikin, artêş kar dike. Sektorên berevanî û asayîşê kar dikin. Nabe hûn bitirsin, em bihêz in. Em ji her tiştî re amade ne. Di ser her tiştî re em dê biserkevin, ji ber em Ukraynî ne.”

Êrşîa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê di demekê de bû Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa wê navçeyê de di civînê de bû. Di civînê de tenê bi axaftinê alozî di navbera nûnerên welatan de derket.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji civînê derket derve û derbarê êrîşê de hat agahdarkirin û got divê ez axaftinên xwe bugherim û ji we re bêjim ku êrîşkirina ser Ukraynayê wê karesateke mirovî ya mezin ligel xwe bîne.

`Xembartirîn dem`

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), dibêje, “Ev xembartirîn dem e di dîroka karê min de wek Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî. Min ev civîna Encûmena Asayîşê organîze kir daku daxwazê ji Putin bikim, ji dil jêre bêjim serbazên xwe rawewstîne ji derxistina şerekî li dijî Ukraynayê, derfetekê bide ji ber berê zêde xelk mirine. Di dema civînê de, Serok Putin operasyoneke serbazî li Donbasê ragihand, daxwaz ji serbazên Ukraynayê kir ku çekên xwe deynin, bo vê rewşa niha, divê daxwaza min bê guhertin. Daxwazê ji Putin dikim ku ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Rûsyayê. Ji bo mirovatiyê nehêle ew şer li Ewropayê derkeve ku dibe ya herî xirab be ji dema ev sedsal hatiye.”

Li gorî raporteke îstîxbaratî ya Brîtanî, Rûsya dixwaze ji heft aliyan ve derbasî nav Ukraynayê bibe, du alî ji wan li nav axa Belarûsê ne, herwiha li bakur, li Derêma Donbas û li herêma Crimea pêşketina bejayî destpê kiriye. Li esman jî bi balefirên şer û mûşekên balîstîk bajar û bajarokên Ukraynayê bordûman dike.

Zêdetir bixwîne

19:58

Real Grafik - Şerê Ukrayna û Rûsyayê û bandora li ser Tirkiyê

-
-

Qeyrana ku li kêleka Behra Reş rû daye bala hemû cîhanê bi ser xwe ve dikşîne. Piştî êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, li gor hin nêrînan potansiyela şerekî cîhanî jî derketiye. Helbet bandora vê yekê li tevahiya cîhanê dibe.

Pêwendiyên dîrokî

Lê welatê ku  beriya hemû cîhanê bandoreke neyênî jê dibîne Tirkiye ye.

Gelo çima Tirkiye yekem welat e ku ji ragêşiya di navbeyna Rûsya û Ukraynayê de bandoreke ewqasî zêde dibîne.

Sedema ewil pêwendiyên Tirkiye û Ukryana yên dîrokî ne. Herdû welat ta ji serdema Osmaniyan ve partnerên germ in.

Di serdema 19an de nîvê axa Ukrayna ya niha, axa Osmaniyan bû.  Di navbera herdû aliyan de peymana yekem jî di sala 1649an de hatiye îmzekirin. Ukrayna ji bo Tirkiye her kiriye welatekî girîng.

Piştî ku Yekîtiya Sovyetê belav bû,  Ukrayna jî serxwebûna xwe ragihand Tirkiye beriya hemû welatan dewleta Ukrayna nas kir; sal 1991 bû.

Pêwendiyên dîplomatîk û bazirganî

Di 3ê Sibata 1992an de yekemîn bingeha pêwendiyên dîplomatîk di navbera herdû aliyan de hate danîn. Di sala 1993an de jî Peymana Hevkarî û Dostaniyê hatiye îmzekirin.

Tirkiye û Ukrayna di sala 2011an de Konseya Stratejiya Asta Bilind îmzekirine.

Di sala 2017an de peymana rakirina vîzeyan ji hêla herdû welatan ve qebûl kirin.

Qebareya bazirganiya di navbera herdû aliyan de salane derdora 7.5 milyar dolar e. Armanc ew e ku di demek nêz de ew rêje bigihîje 10 milyar dolar û di dema dirêj de jî bigihîje 30 milyar dolar.

Karsazên tirk nêzikî 4.5 milyar dolar sermayeya xwe birine wî welatî û Tirkiye ji bo Ukrayna sêyemîn welat e bo bazirganiyê.

Dîsa Ukrayna 3yemîn welate ku herî zêde geştiyar jê têne nava Tirkiye. Sala çuyî derdora 2 milyon geştiyarên Ukraynî seredana Tirkiye kirine.

Hejmara fîrmayên tirkan ku li Ukrayna kar dikin gihîştiye 700î. Li deh sektorên Ukrayna jî karsazên tirk pêşengiyê dikin.

Li hêla din Tirkiye heta niha bi qasî 3 milyar dolar jî dron û firokeyên bêfirokevan firotine Ukrayna. Ew mijar di heman demê de gumana Rûsya û gelek welatên din jî bo Tirkiye zêde dike.

Peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê

Sedema duyemîn ya bandora nebaş jî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ne.

Rûsya di van salên dawîn de ji hela leşkerî, bazirganî, enerjî, cotkarî, siyasî û jeostratejiyê ve bûye partnerê herî girîng ê Tirkiye.

Tenê li Sûriye hevkariya Rûsya rê li ber gelek berjewendiyên Tirkiye xweş dike.

Veguhestina sotemeniyê jî sûdeke mezin li pêwendiyên herdû aliyan dike.

Qebareya bazirganiya bi Rûsyayê re jî salane gihîştiye dora 30 milyar dolar.

Salane nêzikî 10 milyon rûs seredana Tirkiyê dikin. Tirkiye ji sedî 40ê gida û xurekên xwe  ji van herdû welatan dabîn dike ku ew niha li keviya şer in.

Helwest û hewldanên Tirkiyê

Niha Tirkiye li ser mijara Ukrayna bi dostê xwe yê herî baş re dadikeve nava nakokiyên giran. Egeriya xirab bûna pêwendiyên bi Rûsyayê re wê fatûrayên gelekî giran bo Tirkiye derxe.

Li Enqerê hemû fokûs li wê yekê hatine civandin bê ka dikare rêyeke çawa bê dîtin da him dostaniya bi Rûsyayê re berdewam bike û him jî pêwendiyên bi Ukrayna û bloka NATOyê re xirabtir nebin.

Serokomarê Tirkiye hewlek mezin da ku bibe navbeynkar lê ji ber ku dawiya dawîn Tirkiye jî yek ji şîrikên NATOyê ye wê hewlê helwesta Rûsyayê nerm nekir.

Niha êdî şûr ji kalanê xwe derketiye û herkes hewla wê yekê dide da stûyê xwe dûrê bixe.

Zêdetir bixwîne

18:49

Rûsya: 74 binkeyên serbazî hatin jinavbirin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan zêdetirî 70 armancên serbazî ku firokexane jî di nav de hene, jinav birine.

Rûsyayê îro di demjimêrên sibehê de êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin û Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşînkov diyar kir ku di encama êrişên hêzên wan ên esmanî de 74 binkeyên serbazî yên Ukraynayê hatine armanckirin û “jinavbirin”.

Li gor gotina Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, ji 74 binkeyan “11 binke taybet ên firokeyên şer bûn.”

Li gor gotina wî berpirsê Rûsî, helîkoptereke serbazî û 4 firokeyên bê firokevan ên Ukraynayê hatine têkbirin.

Li aliyê din artêşa Ukraynayê jî ragihand, heta niha 50 “dagirkerên Rûsî” hatine kuştin û herî kêm 6 firokeyên şer ên Rûsyayê hatine xistin, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Rûsya jî daxwaz ji leşkerên Ukraynayê dike, dest ji çekan berdin û biçin malên xwe.

Zêdetir bixwîne

18:04

Tirkiye: Êrişên Rûsyayê nayên qebûlkirin

Bombebaraneke Rûsyayê bo ser Ukraynayê (Wêne: AFP)

Civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Tirkiye bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bidawî bû û hat tekezkirin, “Êrişên Rûsyayê yên bo ser Ukraynayê nayên qebûlkirin.”

Di civînê de ku îro 24ê Sibata 2022ê bi serokatiya Erdogan li Enqere hat kirin demjimêrek û 50 deqeyan berdewam kir û destêwerdanên serbazî yên Rusyayê bo ser axa Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Ajansa fermî ya Tirkiye belav kiriye, Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Tirkiyê bal kişand ser wê yekê ku êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê binpêkirina yasayên navdewletî ye û nayê qebûlkirin, piştgiriya xwe bo yekrêziya siyasî, serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê ragihand.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuad Oktay, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Serokerkan Yaşar Guler, Serokê Îstixbaratê Hakan Fîdan, Serokê Fermangeha Peywendiyên Serokakomariyê Fahrettin Altun, Rêveberê Ofîsa Taybet a Serokkomariyê Hasan Dogan û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin beşdarî civînê bûn. Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ji ber serdana xwe ya bo Kazakistan, beşdar nebû.

Herwiha piştî civînê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Ergodan bi rêya telefonê ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy axivî, lê ti hûrgilî nehatine belavkirin ka di wê peywendiya telefonî de behsa çi hatiye kirin!

Zêdetir bixwîne

17:01

Jonhson: Putin dîktator e

-

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson dibêje, “Serokê Rûsyayê Valdimir Putin dîktator e” û li hemberî dagirkirina Ukraynayê dê rûbirûyê “cezayên mezin” ên rojava bibe.

Boris Johnson îro piştî peywendiya telefonî ya li gel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky peyameke vîdyoyî belav kir û amaje bi wê kir ku ew ji welatên yekem bûn ku wan berî niha alîkariyên serbazî pêşkêşî Ukraynayê kirine û got, “Em dê lê binêrin ka em dikarin çi bikin!”

Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, “Xirapirîn tirsa me niha bûye rastî” û tekez kir ku divê ew di warên dîplomatîk, siyasî, aborî û serbazî vê “vê serkêşiya rûreş û hovane ya Vladimir Putin bişkînin.”

Johnson got jî, “Bi hemû bombe, tank û mûşekên xwe ve, ez ne di wê baweriyê de me ku dîktatorê Rûsyayê bikare hesta niştimanî ya Ukraniyan û wê baweriya ku bo azadiya welatê xwe heye, jinav bibe.”

Serokwezîrê Brîtanyayê di dewama peyama xwe de diyar kir, “Ukrayna welatekî demokratîk e û em rê nadin ev demokrasî ji destê wan bê stendin. Em li gel gelê Ukraynayê ne, em bi we re ne.”

Boris Johnson amaje bi wê jî kir, “Serokê Rûsyayê Putin li dijî parzemîna me ya Ewropayê şer da destpêkirin.”

Johnson bang li gelê Rûsyayê jî kir û got, “Ez ne di wê baweriyê de me ku ev yek li ser navê we bê kirin.”

Hejmareke parlamenterên diyar ên Brîtanî daxwaz dikin, Brîtanya piştgiriya esmanî bide Ukraynayê.

Zêdetir bixwîne

16:31

Firokeyeke serbazî li nêzikî Kîevê ket xwarê

Firokeya ku ketiye xwarê (Wêne: AFP)

 Firokeyeke serbazî ya Ukraynayê ku 14 kes tê de bûn, li nêzikî Kîeva paytext ket xwarê.

Di demekê de ku êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê berdewam e, firokeyeke serbazî ya Ukraynayê li nêzikî Kîeva paytext ket xwarê. Li gor zanyariyan 14 kes di wê firokeya serbazî ya Ukraynayê de hebûn.

Li aliyê din îdareya bajarê Odessa a ya Ukraynayê ku dikeve ser Deryaya Reş ragihand, di êrişeke esmanî de bi ser binkeyeke serbazî li nêzikî Deryaya Reş, 18 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniyê, ji wan 18 kuştiyan; 8 zilam û 10 jin in û lêkolînên li cihê ku rastî êrişê hatiye berdewam in.

Zêdetir bixwîne

16:01

NATO: Zêdeyî 100 balafirên şer di amadebaşiyê de ne

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku piştî operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê zêdetirî 100 balafirên şer ketine di amadebaşiyê de. Stoltenberg her wiha got, rêberên NATOyê dê sibe bi awayeke online bicivin.

NATO êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniya hevpeymaniya NATOyê de êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê weke "bi temamî neheqî û bê sedem" hat pênasekirin.

NATO di daxuyaniya xwe de Belarûs jî şermezar kir ji ber ku rê li ber êrişa Rûsyayê xweş kir û hin leşkerên Rûsyayê di ser sînorê wî welatî re derbasî Ukraynayê bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşa nû binpêkirina yasayên navneteweyî ye, di nav de Peymana Neteweyên Yekbûyî, û êrişke destdirêjiyê ye li dijî welatekî serbixwe û aştiyane."

Di daxuyaniya NATOyê de di haman demê de hatin gotin ku “Kiryarên Rûsyayê ji bo ewlehiya Euro-Atlantîkê metirsiyek cidî ye û dê encamên jeostratejîk hebin. NATO ji bo ewlehî û parastina endamên xwe dê hemû tedbîran bistîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg herwiha dibêje ku piştî êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê zêdetirî 100 balafirên şer xistine di amade başiyê de.

Zêdetir bixwîne

15:17

Tedbîrên Rûsyayê li hemberî dorpêçan çi ne?

Pûtin ji sala 2014an ve aboriya welatê xwe li hemberî cezayên welatên rojavayî amade dike

Ji dema ku krîza Rûsya û Ukrayna dest pê kiriye û heta niha, Amerîka û NATO gefa dorpêç û cezayên aborî li Rûsya dixwin. Piştî ku Rûsya serxwebûna Donetsk û Luhanskê nas kir, ceza hatin ragihandin û piraniya wan sîstema bankî û artêşa Rûsya dikin armanc.

Serokê Rûsya Vilademîr Pûtin ji sala 2014an ve aboriya welatê xwe li hemberî cezayên welatên rojavayî amade dike.

Ji dema ku Rûsya nîvgirava Krîmya xiste bin desthilata xwe û rastî cezayan hat, dest bi danîna planên bergiriyê jî kir, hêdî hêdî girêdana aboriya xwe bi dolar kêm kir û xwe li hemberî dorpêçan bihêz kir.

Ango Rûsya, li hemberî cezayên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê têra xwe tedbîr wergirtine û heta radeyeke baş bê minnet e.

Rênima û tedbîrên çawa wergirtine?

  • Îsal, heta meha yekemîn, yedeka Rûsya ji zêr û diravên biyanî zêdetirî 630 milyar dolar bû û ji yedeka gelek welatan zêdetir e.
  • Ev yedeka ku li ser asta cîhanê çaremîn e, dema were xwestin wê ji bo piştgiriya Rûbleyê Rûsî were bikaranîn.
  • Beriya 5 salan, ji sedî 40ê diravên biyanî ê Rûsya dolar bû, niha ew rêje bi tenê ji sedî 16e. Derdora ji sedî 13ê yedeka diravên biyanî Yûanê Çînî ye.
  • Sermiyanê biyanî û deyn hatin kêmkirin, borsayên cuda ên dûrî bazara rojavayî hatin dîtin.
  • Eger hat û Rûsya ji Xizmetgûzariya Gihandina Darayî a Gerdûnî SWIFTê bê derxistin, wê yekser ji bo gihandina diravan, sîstema xwe têxe kar ku heta niha gelekî berev pêş biriye.
  • Çîn, beşekî girîng ji vê stratejiya aborî a dûrî rojava ye û piştgireke bi hêz a Rûsya ye.
  • Putîn weke şexs tu sermiyan û pereyên xwe li derveyî welatê xwe nahêle, eger pêwîst bike jî, alîgirên wî ên dewlemend vê xizmetê jê re dikin.
Zêdetir bixwîne

15:04

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê bang li xelkê kir: Rahêjin çekan

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê bang li xelkê kir: Rahêjin çekan

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê bang li xelkê welatê xwe kir ku li dijî êrişa Rûsyayê rahêjin çekan û berevaniyê di ber welatê xwe bikin. Ev daxwaz piştî wê yekê hat ku serokê Ukraynayê îro biryarnameyek îmze kir ku rê dide xelkên sivîl çek hilgirin.

Oleksiy Reznikov, Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê îro li ser hesaba xwe ya Facebookê amaje bi êrişa Rûsyayê bo ser welatê xwe kir û daxwaz ji xelkê Ukrayanyê kir rahêjin çekan.

Reznikov got, “Dijmin êriş kiriye, lê artêşa me naşkê, her kes ku amade be dikare rahêje çek.”

Wezîrê Berevaniyê yê Ukrayanyê herwiha diyar kir, “Ji bo bidestxistina çekan, divê hûn serdana binkeyên serbazî yên navçeyên xwe bikin. Ji bo bidestxistinê jî tenê pêwîst e ku pasporta te hebe.”

Li gor daxuyaniya fermî ya Pasevaniya Sînorî ya Ukraynayê, heta niha 3 serbazên Ukraynî di encama êrişa dagirkerî ya Rûsyayê de hatine kuştin.

Berpirsên Ukraynayê dibêjin, Rûsya jêrxanên serbazî û depoyên xorakê yên welatê wan dike armanc.

Zêdetir bixwîne

14:35

HDP: Şer û alozî pirsgirêkan kûrtir dikin

HDPê helwêsta xwe ya li hember êrişên ser Ukraynayê eşkere kir

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê êrişên Rusyayê bo ser Ukraynayê de, li navenda partiya xwe ya li Enqerê civîneke çapemeniyê saz kir û helwêsta partiya xwe li beramber wê êrişê eşkere kir.

Berdevka HDPê Ebru Gunay de civîna çapemeniyê de got ku hîmê siyaseta partiya wan dijayetîkirina şer e û daxwaz ji aliyan kir ku li cihê şer rêyên çareseriyê werin hilbijartin.

Ebru Gunay got: “Krîza Ukraynayê xirabtir bû. Şerekî dijwar dest pê kir. Ev şer aramî û aştiya gelan dike bin xetereyeke mezin. Em dizanin ew şer, şerekî hegemonîk e, li ser Ukraynayê tê meşandin lê belê di navbera Rûsya û NATO'yê de ev şer tê meşandin. Ev şer, şerê hegemonîk e û mixabin pirsgirêkan çareser nake. Pirsgirêkan hîn kurtir û xerabtir dikin. Ji ber vê yekê em wekî HDP li hemberî şer aştiyê, li hemberî krîz û aloziyan jî aramî û îradeya gelan diparêzin. Rêbazên aştiyane diyar e, ew jî muzakere, diyalog e.”

Gunay bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir û got: “Ji bo aştî û aramiyê rolên xwe bilîzin. îradeya gelan nas bikin, ji ber ku em her tim alîgirê vîna gelan e. Em ê heya dawiyê vê vîn û îradeya gelan biparêzin.”

Zêdetir bixwîne

14:11

Ukraynayê daxwaz ji Tirkiyê kir tengavan bigre

Ukraynayê daxwaz ji Tirkiyê kir tengavan bigre

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê Vasyl Bodnar, eşkere kir ku daxwaz ji Tirkiyê kirine Tengavan li ber keştiyên Rûsî bigire.

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê Vasyl Bodnar ragihand ku piştî operasyona Rûsyayê ya li Herêma Donbasê, wan daxwaz ji Tirkiyê kirine Tengavan li ber keştiyên Rûsî bigire.

Bodnar da zanîn ku daxwaz ji Tirkiyê kirine tengavên Stenbol û Çanakkaleyê li ber keştiyên Rûsî bigre û cezayan li ser Moskowê ferz bike.

Balyozê Ukraynayê got: “Em dixwazin qada esmanî, tengavên Stenbol û Çanakkaleyê bigre. Me daxwaza xwe gihand aliyê Tirk. Di heman demê de em dixwazin cezayan li ser aliyî Rûsî ferz bikin.”

Bodnar doh ragihandibû ku eger bi wateya xwe ya hiqûqî şer destpê bike dê daxwazê ji Tirkiyê bikin Tengavan li ber keştiyên Rûsî bigre. Bodnar wiha gotibû: “Baweriya me ev e, eger dagîrkeriyeke berfireh an êrîşek dijî Rûsyayê bê destpê kirin, em dê daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê bikin ku li beramber dewleta êrîşker egera girtina tengavên Derya Reş binirxîne.”

Li gor Peymana Tengavan a Montro ya sala 1936an, mafê Tirkiyê heye tengavên Stenbol û Çanakkaleyê kontrol bike û derbasbûna keştiyên şer a di tengavan re organîze bike.

Zêdetir bixwîne

13:59

Şêwirmendê Zelensky: Zêdeyî 40 leşkerên Ukraynayê mirin

Sivîl jî bûne qurbaniyê êrişan

Li gorî ajansa Reutersê, şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de heta niha zêdetirî 40 leşkerên wî welatî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Yekîneyên Hawarçûna Bilez ragihand ku li Xarkovê zarokek jî ji ber êrişa Rûsyayê canê xwe ji dest da.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê ym bi navê Oleksiy Arestovych ragihand ku li wî welatî ji bilî leşkeran  sivîl jî bûne qurbanî.

Zêdetir bixwîne

13:20

Hêza leşkerî ya Rûsya û Ukraynayê

Hêza leşkerî ya Rûsya û Ukraynayê

Piştî operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê, hêza leşkerî ya herdu welatan hat rojevê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona leşkerî da destpêkirin.

Kapasîteya heyî ya artêşa Rûsyayê û ya Ukraynayê li gorî daneyên çavkaniyên eşkere yên li Rûsya û Ukraynayê û herwiha Saziya Global Pirepowerê (GFP) ku der heqê hêza eskerî ya welatan de daneyên analîtîk amade dike, hat eşkerekirin

Analîstên leşkerî li ser wê nêrînê li hev dikin ku li gorî sala 2014an, artêşa Ukraynayê bihêztir e û bêtir amade ye. Lê ji aliyê din ve jî berfirehiya envanterê leşkerî yê Rûsyayê balê dikişîne ser xwe.

Hêza Rûsyayê xurttir e

Artêşa Rûsyayê xwedî 850 hezar leşkerê çalak, 250 hezar personelên rezerv û 200 hezar jî hêzên paramilîter e ango sivîln çekdar.

Artêşa Ukraynayê jî xwedî 250 hezar leşkerên çalak, 250 hezar personelên rezerv û 50 hezar jî hêzên paramilîter e.

Ji hêla hêzên bejayiyê ve Rûsya xwedî 12 hezar û 420 tank, 30 hezar û 122 otomobîlên bizirx, 6 hezar û 574 topên bimotor, 7 hezar û 571 topên tên birin û anîn û 3 hezar û 391 roketavêjên mobîl e û li gor Ukraynayê hêza wê xurttir e. Ukrayna jî xwedî 2 hezar û 596 tank, 12 hezar û 303 otomobîlên bizirx e.

Ji hêla hêzên asmanî ve jî Rûsya xwedî 772 balafirên şer, 739 balafirên êrîşê, ji 2 hezarî zêdetir firoke ye, Ukrayna jî xwedî 69 balafirên şer, 29 balafirên êrîşê û 60 firokeyan e.

Ji hêla hêzên behrê ve Rûsya xwedî keştiyeke balafir,15 muhrîb, 70 binbehr, 11 firqateyn e, lê muhrîb an jî binbehrên Ukraynayê tinene.

Rayedarên Rûs balê dikşînin ser çekên xwe yên nukleer ku li gor texmînê di cebilxaneya nukleer a Rûsan de 1600 moşekên balîstîk, 4 hezar û 490 çekên serê wan di balafirên bomberandinê de tên bicihkirin hene.

Zêdetir bixwîne

12:10

Tirkiyeyê ji bo welatiyên Tirk ên li Ukraynayê hişyarî da

Wezareta Derve ya Tirkiyê

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo welatiyên Tirkiyê yên dixwazin ji Ukraynayê derkevin ragihand ku alîkarî û piştgiriya hewce dike dê bê kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat gotin qada asmanî ya Ukraynayê hêj girtiye, pêşniyaza wezaretê ew e ku welatiyên Tirk li malên xwe yan jî cihên ewle bimînin û seyahetê nekin.

Hat gotin ji bo welatiyên Tirk ên dixwazin ji Ukraynayê derkevin alîkarî û piştgiriya ku hewce dike wê bê kirin.

Zêdetir bixwîne

12:02

Yekîtiya Ewropyaê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne

Putîn serê sibeha îro ragihand ku wan li dijî Donbasê operasyona leşkerî ya taybet da destpêkirin

Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir û got, "Vî şerî demildest rawestînin.”

Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel di peyama xwe ya ser medyaya civakî de ragiahnd ku wî bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re bi têlefonê axivî û peyama piştevaniyê da Ukraynayê.

Charles Michel diyar kir ku ew êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bi tundî şermezar dike û got ku îro hem Civîna Pêşengên Yeketiya Ewropayê û hem jî civîna pêşengên G7ê heye.

Michel destnîşan kir ku di van civînan de “kiryarên dereqanûnî yên Rûsyayê” gavên nû dê werin nirxandin û wiha dewam kir, "Ez bangî Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn dikim ku vî şerî demildest rawestîne."

Zêdetir bixwîne

11:36

Brîtanya: Putîn rêya xwînrijandin û wêrankirinê hilbijart

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson nerazîbûn li hemberî êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê nîşan da

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê de got, "Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li dijî Ukraynayê ev êrîşa bêyî sedem da destpêkirin û wî bi vê yekê rêya xwînrêtin û wêrankirinê hilbijart.”

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, ew ji ber bûyerên tirsnak ên li Ukraynayê pir tirsiya, ji bo gavên din wî bi têlefonê bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re axivî.

Johnson wiha got, "Putîn li dijî Ukraynayê ev êrîşa bê sedem da destpêkirin û rêya xwînrêtin û wêrankirinê hilbijart. Brîtanya û hevpeymanên me dê bibiryar bersivê bidin."

Wezîrê Derve yê Îrlandayê Simon Coveney jî diyar kir, welatê wî di civîna bilez a Encûmena Eewleakriya Neteweyên Yekbûyî de biryara Rûsyayê ya destpêkirina operasyona leşkerî, şermezar kir û wiha got, "Ez bangî endamên konseyê dikim ku li gorî berpirisiyariya xwe tevbigerin û der heqê vê çalakiya êrîşkarane de bi awayê herî bihêz ê pêkan biaxivin.”

Simon Coveney got, tîêa dîplomatîk a li Kîevê bo cihê ewle hat veguhestin.

Zêdetir bixwîne

11:34

Rûsya: Cihên leşkerî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin

Rûsya: Cihên leşkerî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin

Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên esmanî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê hat îdiakirin ku operasyona leşkerî ya li Donbasê ji bo sivîlên welêt ne gefe e.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyê de dibêje: "Pergalên berevanî yên asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên asmanî yên li Ukraynayê bi çekên hesas ve hatin berterefkirin."

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand, wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî da destpêkirin, paytexta wî welatî Kîev jî di nav de li gelek bajarên welêt dengê teqînan tê bihîstin.

Ji xeynî Kîevê li bajarên Harkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv, Odesayê jî li pey hev dengê teqînan tê.

Berpirsên Ukraynayî yên herêmî eşkere kirin, “tevgereke dagirkirinê ya Rûsyayê” dest pê kir, ji ber êrîşên mûşekan dengê teqînan tê.

Derheqê wê yekê de agahî nehat dayîn ka di êrîşan de ku der armac tên girtin an jî kuştî hene an na.

Herwiha derbarê  wê yekê de jî daxuyanî nehat dayîn ku leşkerên Rûyayê derbasî aliyê din ê herêmên cudaxwaz bûn an na.

Zêdetir bixwîne

10:51

Tirkiyê geştên esmanî bo Ukraynayê rawestandin

Piştî êrîşa Rûsyayê, rêya asmanî ya Ukraynayê ji geştên sivîl re hat girtin

Kompanya Geştên Asmanî ya Tirkiyê, hemû geştên xwe bo Ukraynayê rawestandin.

 

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro sibehê 24ê Sibata 2022an destpê kir. Piştî êrîşa Rûsyayê, rêya asmanî ya Ukraynayê ji geştên sivîl re hat girtin.

Rêveberê Giştî yê Kompanya Geştên Asmanî ya Tirkiyê Bilal Ekşî got: “Ji ber rêya esmanî ya Ukraynayê hat girtin, hemû geştên me yên îro hatin rawestandin.”

Zêdetir bixwîne

10:37

Xelkê Luhanskê pereyên xwe ji bankeyan derdixin

Luhansk

Piştî wêya Rûsyayê ragihand ku operasyoneke taybet li Herêma Donbasê ya rojhilatê Ukraynayê dike, welatiyên navçeyên jêr desthilata Ukraynayê li Luhanskê, îro serê sibehê li ber benzînxane û cîhazên kişandina pereyan ketin rêzê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vê sibê roja Pêncşembê ragihand ku operasyoneke serbazî li navçeyên cudaxwaz ên rojhilatê Ukraynayê dikin daku bi gotina wî xelkê sivîl biparêzin.

Roja Duşembê 21ê Sibata 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî li serokên herdû navçeyên Donetsk û Luhanskê yên Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê kir û bi fermî îtiraf bi serweriya wam herdû navçeyan kir, wek “Komara Gel a Serbixwe ya Luhansk” û “Komara Gel a Serbixwe ya Donetsk”.

Zêdetir bixwîne

08:27

'Rûsyayê êrişeke temam eyar li dijî Ukraynayê dest pê kiriye'

Dmytro Kuleba, Wezîrê Derve yê Ukrayanyê bang li cîhanê kiriye ku Putin rawestînin

Wezîrê Derve yê Ukrayanyê ragihand, Serokê Rûsyayê êrişeke temam eyar li dijî Ukraynayê dest pê kiriye, lê Ukrayna dê berevaniyê li xwe bike.

Dmytro Kuleba, Wezîrê Derve yê Ukrayanyê bang li cîhanê kiriye ku Putin rawestînin.

Wezîrê Derve yê Ukrayanyê li ser hesaba xwe ya Twitterê wiha dibêje, “Putin nû dest bi êrişa temam eyar bo ser Ukraynayê kir. Bajarên aştiyane yên Ukraynayê di bin êrişê de ne. Ev şerekî dagirkeriyê ye. Ukrayna dê xwe biparêze û dê biser bikeve. Cîhan dikare û divê Putin rawestîne. Êdî dem dema çalakiyê ye.”

Zêdetir bixwîne

08:18

Guterres bo Putin: Ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Moskowê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de rica ji Putin kir ku şer rawestîne û serbazên xwe vegerîne Rûsyayê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres da zanîn ku di dîroka karê xwe de dema herî xembar derbas dike û got: “Ev tenê wêrankariyê li Ukraynayê çênake, tenê bo Rûsyayê tradejîk nabe.”

Antonio Guterres derbarê çêbûna karesateke mezin a mirovî û bilindbûna bihayê pişkan de li bazarên cîhanê hişyarî da, ku eger neramî çêbibe.

Guterres wiha axivî:  “Ev xembartirîn kar e di dîroka karê min de wek Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî. Min ev civîna Encûmena Asayîşê organîze kir daku daxwazê ji Putin bikim, ji dil jêre bêjim serbazên xwe rawewstîne ji derxistina şerekî li dijî Ukraynayê, derfetekê bide ji ber berê zêde xelk mirine. Di dema civînê de, Serok Putin operasyoneke serbazî li Donbasê ragihand, daxwaz ji serbazên Ukraynayê kir ku çekên xwe deynin, bo vê rewşa niha, divê daxwaza min bê guhertin. Daxwazê ji Putin dikim ku ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Rûsyayê. Ji bo mirovatiyê nehêle ew şer li Ewropayê derkeve ku dibe ya herî xirab be ji dema ev sedsal hatiye. Derencam tenê bo Ukrayniyan wêrankar nabin, tenê bo Rûsan tradejîk nabe, lê bandorek dibe, em nikarin pêşbîniya derencamên wê bikin di warê bandora ser aboriya cîhanê de. Di demekê de ku vaye ji Coronayê rizgar dibin, pêdiviya gelek welatan bi demê heye bo vejandinê, gelekî gelekî giran dibe di demekê de ku bihayê petrolê bilind e û dawî li hinardekirina genim ji Ukraynayê tê û herwiha bihayê nirxan ji ber nearamiya bazarên cîhanê bilind dibe.”

Ev gotara Guterres di demekê de ye, vê sibê Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û got, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike, “dê baceke wiha bide ku qet di dîrokê de nedîtibe.”

Roja Duşembê 21ê Sibata 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî li serokên herdû navçeyên Donetsk û Luhanskê yên Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê kir û bi fermî îtiraf bi serweriya wam herdû navçeyan kir, wek “Komara Gel a Serbixwe ya Luhansk” û “Komara Gel a Serbixwe ya Donetsk”.

Zêdetir bixwîne

07:54

Zelensky rewşa awarte li Ukraynayê ragihand

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky

Serokê Ukraynayê rewşa ne asayî li welatê xwe ragihand û daxwazê ji xelkê dike heta ji wan bê li malên xwe bimînin û dibêje: "Aram bin û nabe bitirsin û herwiha em dê biserkevin."

Ev duyem daxuyaniya Volodymyr Zelensky ye ji dema ku Rûsya dest bi operasyona leşkerî bo ser Ukraynayê kiriye, daxuyaniya yekem di  vîdeoyeke televizyonî de hatibû belavkirin, ya duyem jî diyar dibe ku bi telefonê hatiye tomarkirin.

Zelensky bang li xelkê xwe dike û dibêje aram bin, netirsin û Amerîka jî kar dike daku alîkariya Ukraynayê bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got: “Welatiyên birêz ên Ukraynayê, vê sibehê Serok Putin operasyoneke leşkerî taybet li Donbasê ragihand. Rûsya êrîşî jêrxana me ya leşkerî û zêrevanên me yên sînor kir. Li gelek bajarên Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin. Em rewşa ne asayî li tevahiya navçeyên welatê xwe radighînin. Berî kêliyekê min peywendî ligel serok Biden kir. Amerîka dest bi komkirina piştevaniya navdewletî kiriye. Îro divê hûn hemû aram bin. Li malên xwe bimînin eger hûn bikaribin. Em kar dikin, artêş kar dike. Sektorên berevanî û asayîşê kar dikin. Nabe hûn bitirsin, em bihêz in. Em ji her tiştî re amade ne. Di ser her tiştî re em dê biserkevin, ji ber em Ukraynî ne.”

Zêdetir bixwîne

06:53

Putin: Her kesek hewl bide me rawestîne dê baceke giran bide

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bang

Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.”

Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwîn rijandinê dikeve stoyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.

Putin Amerîka û hevpeymanên wê bi paşguhxistina daxwazên Rûsyayê tohmetbar kirin ku daxwaz dikir nabe Ukrayna bibe endamê NATOyê û hevdem garantiya gefên emnî yên Moskowê bide. Putin got, armanca operasyona serbazî ya Rûsyayê ew e ku piştrast bibin “Ukraynayê” ji çekan paqij dikin.

Serokê Rûsyayê daxwaz ji hemû Ukrayniyan kir ku yên rahiştine çekan dikarin di nav tedbîrên silametiyê de navçeyên şer bicîh bihêlin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wiha axivî:

 “Pêdiviya şert û mercan bi bersiva me ya dijwar û yekser heye. Komara Gel a Donbasê daxwaza alîkariyê ji Rûsyayê kir. Bo vê mebestê, li gor Maddeya 51 û Benda 7 a yasayên Encûmena Asayîşê, bi piştgiriya Encûmena Rûsyaya Federal û hevdem ligel Rêkeftina Serrastkirî ya 22ê Sibata îsal ya derbarê dostayetî û hevkariya dûalî ligel Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Luhanskê, bi biryar da operasyoneke serbazî ya taybet bikin. Armanc parsatina wî xelkî ye ku heşt sal e ji destê çewsandin û jenosaîda rejîma Kievê êş û janê dikşînin. Em daxwazê ji we dikin çekên xwe deynin û rasterast biçin male. Bo we eşkere dikim. Hemû serbazên artêşa Ukraynayê yên pêbendê vê daxwazê dibin, dikarin bi awayekî azad navçeyên şer bicîh bihêlin û vegerin nav malbatên xwe. Her kesek hewl bide me rawestîne û gefên zêdetir bo ser welatê me çêbike, yan bo ser xelkê me, divê bizane bersiva Rûsyayê yekser dibe û we rûbirûyê baceke wiha dike ku di dîrokê de rûbirû nebûbin. Em ji her derencamekê re amade ne. Ez piştrast im ku serbazên dilsoz û efserên artêşa Rûsyayê erkê xwe bi awayekî profesyonel û wêrekî cîbicîh dikin.”

Zêdetir bixwîne

06:20

Biden: Em dê bersiva Rûsyayê bidin

Serokê Amerîkayê Joe Biden

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo operasyona leşkerî ya ku Rûsyayê dijî Ukraynayê da destpêkirin wiha got, "Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê da kuştin û xerabkirin çêbe." Biden herwiha got: “Amerîka û hevpeymanên me, dê bi biryardarî bersivê bidin. Dinya dê ji Rûsyayê hesab bipirse.”

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn daxuyand ku wan li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona leşkerî ya taybet da destpêkirin, Biden daxuyaniya nivîskî da.

Biden diyar kir ku niha hemû dinya ji Ukraynayê re dia dike û wiha got: “Putîn bi qestî şerekî ku wê bibe sedema kuştin û kederan hilbijart. Tekane berpirsiyar Rûsya ye ku di vê êrîşê de kuştin û wêranî çêbe. Amerîka û hevpeymanên wê, wê bi biryardarî bersivê bidin. Dinya dê ji Rûsyayê hesab bipirse.”

Biden wiha dewam kir, "Ez ê serê sibehê bi pêşengên G7ê re biaxivim, paşê jî ji bo ku bersiva Amerîkayê û hevpeymanên wê ragihînim, ez ê bangî gelê Amerîkayê bikim."

Biden destnîşan kir, eger li dijî NATOyê jî êrîş werin kirin û ji bo berterefkirina êrîşan ew dê bi hevpeymanên NATOyê re jî di têkiliyê de be.

Zêdetir bixwîne

06:05

Biden bi Serokê Ukraynayê Zelenskiy re axivî

Biden û Zelenski

Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya têlefonê ya digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy de operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya dijî xaka Ukraynayê şermezar kir û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dubare kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe nivîskî de diyar kir, Serokê Ukraynayê Zelenskiy li wî geriya.

Biden wiha got, "Min êrîşên hêzên leşkerî yên Rûs ên nepêwîst û nemeşrû şermezar kirin. Civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya îro jî di nav da min der heqê şermezarkirinên ku dê di qada navneteweyî  were kirin de agahî da Zelenskiy.”

Serokê Amerîkayê da zanîn ku Zelenskiy ji wî xwest ku bangî serokên dinyayê bike ku bi awayekî eşkere li dijî êrîşa Rûsyayê derkevin û got: “Ji min re gor iştgiriyê bidin gelê Ukraynayê. Ez ê bi serokên G7ê re peywendiyê daynim, Amerîka û hevkar û hevpeyamnên wê dê li dijî Rûsyayê sizayên giran bisepînin. Em ê piştgirî û alîkariya ji bo Ukraynayê û her wiha gelê wê bidomînin."

Zêdetir bixwîne

08:10

Yekem roja êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê

Putin êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand

Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.” Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwîn rijandinê dikeve stoyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.

Putin Amerîka û hevpeymanên wê bi paşguhxistina daxwazên Rûsyayê tohmetbar kirin ku daxwaz dikir nabe Ukrayna bibe endamê NATOyê û hevdem garantiya gefên emnî yên Moskowê bide. Putin got, armanca operasyona serbazî ya Rûsyayê ew e ku piştrast bibin “Ukraynayê” ji çekan paqij dikin. Serokê Rûsyayê daxwaz ji hemû Ukrayniyan kir ku yên rahiştine çekan dikarin di nav tedbîrên silametiyê de navçeyên şer bicîh bihêlin.

Êrîşa Rûsyayê rasterast bû sedema nerazîbûna welatên Rojava, Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyeke Koşka Spî de got: “Serok Putin şerekî plan jêre hatiye danîn hilbijart ku dibe sedema karesatên mirovî.” Biden dibêje, ji ber vî şerî tenê Putin berpirsyarê mirin û çêbûna wêrankariyê ye û Amerîka, hevpeyman û hevbeşên wê yekgirtî û yekalîker bersiv didin. Biden herwiha got: “Cîhan Rûsyayê wek berpirsyar dibîne.” Serokê Amerîkayê dibêje Koşka Spî çavdêriya rewşa Ukraynayê dike û berdewam zanyariyên nû ji tîmê asayîşa niştimanî werdigre.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de daxwaz ji Putin kir û got: “Serbazên xwe ji êrîşa ser Ukraynayê rawestîne.” Encûmena Asayîşê ya Netweyên Yekbûyî civîneke awarte saz kir, endamên Encûmena Asayîşê yek li pey yek daxwaz ji Rûsyayê kirin ku xwe ji “Şerê Ukraynayê” dûr bixe.

Nûnerê Fransayê li Encûmena Asayîşê Nicolas Riviere, Rûsya bi wê yekê tohmetbar kirk u “rêzê li biryarên Encûmena Asayîşê nagire.” Nûnera Amerîkayê li Encûmena Asayîşê Linda Thomas Greenfield jî got: “Demeke me hişyarî daye ku Rûsya dixwaze êrîş bike.” Nûnera Brîtanyayê Barbara Woodward jî got: “Divê Rûsya dawiyê li binpêkirinan bîne.”

Vê sibê li Kieva paytexta Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin û piştre kamereyan dîmenê belavbûna dûkelê li esmanê paytexta wî welatî belav kirin. Serokê Ukraynayê ragihand ku nêta Rûsyayê “şerekî mezin e li dijî Ewropayê.” Serokê Rûsyayê heta niha jî li ser wê yekê pêdagir e ku “armanca Rûsyayê ne dagîrkirina Ukraynayê ye.”

Roja Duşembê 21ê Sibata 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî li serokên herdû navçeyên Donetsk û Luhanskê yên Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê kir û bi fermî îtiraf bi serweriya wam herdû navçeyan kir, wek “Komara Gel a Serbixwe ya Luhansk” û “Komara Gel a Serbixwe ya Donetsk”.

Zêdetir bixwîne