Mîrê Qeterê pîrozbahî li Erdogan kir

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Qeter Erdogan Temîm Bin Hemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di gera duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê de ku hêj hejmartina dengan berdewam dike, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Tirkiye îro ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê çû ser sindoqan.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji saet 17.00an ve pêvajoya dengdanê qediya û sindoqên dengan hatin vekirin.

Proseya dengdanê hêj neqedayî ye, lê li gor dengên heta niha hatine hejmartin Erdogan li pêş xuya dike.

Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed li ser hesabê xwe yê Twittîrê pîrozbahî li Erdogan kir û got: “Ji ber serkeftina wî, ez pîrozbahiyê li birayê xwe yê ezîz Recep Tayyîp Erdogan dikim. Di serdema nû de ez serkeftinê ji we re dixwazim. Ez hêvîdar im di vê serdemê de hûn hêviyên di warê geşepêdan û refaha gelê Tirk pêk bînin. Herwiha ez hêvî dikim, têkiliyên di navbera welatên me de hêj bêhtir pêş bikevin û geş bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst