Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê got, "Banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyama aştiyê bû û ew bang dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê, li ser Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê jî bike."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh li Washingtona paytexta Amerîkayê bi rêya vîdeokonferansa beşdarî civîna çapemeniyê bû ku ji aliyê MSDyê ve li Kulûba Çapemeniya Neteweyî hat lidarxistin.
Nûnera MSDyê ya Amerîkayê Sînem Mihemedê piştî civînê, ji Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re li ser banga Ocalan axivî.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
“Peyama Ocalan peyama aştiyê ye”
Sînem Mihemedê got, "Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyama aştiyê ye.
Bi rastî peyam dê tesîreke erênî li ser tevahiya herêmê, li ser Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê jî bike.
Em dizanin ku niha Tirkiye PKKyê wekî hincet nîşan dide û êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.
Eger danûstandinên aştiyê dest pê bikin, ev dê bi awayekî erênî bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî bike."
“Hêzên Amerîkayê roleke gelekî girîng li Rojavayê Kurdistanê dileyizin”
Sînem Mihemedê derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê jî wiha got:
“Em dizanîn ku hêzên Amerîkayê roleke gelekî girîng li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dileyizin.
Wan di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriyeke mezin da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
HSD jî bi saya vê piştgiriyê li herêmê roleke mezin lîst û karî dawî li DAIŞê bîne.
Lê heta niha DAIŞ hebûna xwe didomîne û çekdarên wê ji bo herêmê hîn jî gef e.
Em dizanin ku hêzên Amerîkayê zû yan dereng dê vekişin.
Lê di vê rewşê de em dixwazin ew bimînin heta ku Sûriyeyeke nû bê avakirin, Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan û mafên Kurdan jî garantî dike bê avakirin.
Em dixwazin ew bimînin û piştgiriyê bidin me."
#VÎDEO - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed li ser peyama Ocalan ji Rûdawê re axivî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2025
"Peyama Ocalan dê bandoreke mezin li herêmê bike" pic.twitter.com/nOWm7B1zAP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse