Çîroka Diljar Seyid ê keçeke Nemsayî ji destdirêjiyê rizgar kiriye

27-05-2023
Nebîl Omer Yûsif
Diljar Seyid li Nemsayê keçek ji destdirêjiyê rizgar kiriye
Diljar Seyid li Nemsayê keçek ji destdirêjiyê rizgar kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parlemana Nemsayê pirsa Kurdekî Rojavayê Kurdistanê hate gutûbêjkirin ku ji ber rizgarkirina keçeke Nemsayê ji destdirêjiya cinsî bi dijwarî birîndar bibû.

Berî 2 salan Diljar Ednan Seyîd ê ji Rojavayê Kurdistanê wî li Viyena keçek ji destdirêjiya cinsî rizgar kiribû û ew li Nemsayê weke qehreman hatibû naskirin.

Di dema rizgarkirina wê de, kesê tawanbar şûşa vodka di rûyê Diljar de lêxistibû, ew di nava xwînê de hiştibû, li nexweşxaneyê 5 neştergerî ji çavê wî yê çepê re hatin kirin û niha pêwîstiya wî bi çareseriya şeşem heye û ji ber vê bûyerê ev 2 sal in Diljar nikare kar bike û hîn jî ji ber êşa çavê xwe dinalîne.

Tevî ku wêne û vîdioyaya tawanbar jî hene lê heta niha ji aliyê polîsên Nemsayî ve nehatiye girtin.

Piştî Diljar doseya xwe gihande parlametoya Nemsayê polîsan tenê wêneya tawanbar di rojnameyê de belav kirin.

Diljar her 5 emelyat li ser hesabê xwe çê kiribûn, ji ber karta wî sîgorta rawestiya bû ew jî ji ber xedra Kurdekî Bakurê Kurdistanê ji bajarê Nisêbînê ku bê agahdariya wî dekomêntên wî gihandibûn (Job Center), hemû alîkarî ji ser hatibû qutkirin.

Herdu Parlemeterên Nemsayê ji Partiya Kesk xanim Berîvan Aslan û Dr. Eva Ernst-Cêcîdz Dziedzic soz dan ku doseya Diljar bigihînin desheltdarên Nemsa û ji nêzîk ve bişopînin.

Parêzerê Diljar dibêje: “Dema ku êrîş çû ser muwekilê min, jiyana wî ketibû metirsiyê, lê problema mezin ewe ku sigorta wî tune ye, ew ji sîgorta hatiye avêtin. Kesê ku êrîşî keçikê kiribû jî nikaribû ziyanê bigihîne wê, lê muwekilê min di çavê xwe de birîndar bû, ji ber ku sîgorta wî nema, ji bo dermankirina wî mesrefekî mezin lazim e.”

Parlamentera Nemsa Bêrîvan Aslan jî got: “Rewşa Diljar rewşeke mirovî ye, wî jinek ji destdirêjiya cinsî rizgar kir, lê mixabin ew rastî êrşeke giran hat, polîsan jî girîngî nedan dosya wî û kesê ku êrîş kiribû serbest berdan. Ezê ji nû ve dosya wî vekim û rewşa wî bişopînim, ji bo ku bigihê mafê xwe û pirsgirêkên wê yên hene werin çarserkirin.”

Diljar Seyîd Ji gundê Warê Şêran ku bi Erebî navî wî gundî  Til Xenzîra jêrîn e, şêrek derket ku li Nemsayê weke qehremanê Viennayê hate naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst