Stephane Dujarric: Guftûgoyên me yên li Astanayê avaker bûn

27-01-2024
Nîşan Gera 21ê ya Astanayê Neteweyên Yekbûyî Sûriye Stephane Dujarric
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric da zanîn ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî di hevdîninên Astanayê de li ser Sûriyeyê guftûgoyên avaker kirine.

Gera 21ê ya Astanayê ya li ser dosyaya Sûriyeyê, 24-25 Kanûna Paşîna 2024an li Astanaya paytexta Qazaxistanê pêk hat.

Gera 21ê bi serpereştiya welatên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) û amadebûna şandeyên hikûmet û mixalefeta Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîranên Sûriyeyê hat lidarxistin.

Stephane Dujarric ji Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr re ragihand ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Sûriyeyê Necat Ruşdî li ser navê Neteyewên Yekbûyî beşdarî civînan bûye.

“Guftûgo avaker bûn”

Stephane Dujarric li ser hevdîtinên Necat Ruşdiyê got:

“Ruşdî Xanê li paytexta Qazaxistanê bi nûnerên Sûriye, Rûsya, Tirkiye, Libnan û Urdinê çend gûftûgoyên avaker kirin.”

Dujarric destnîşan kir “Neteyewên Yekbûyî di hevdîtinên Astanayê de daye zanîn ku girîng e aloziyên li Sûriye û tevahiya herêmê demildest werin kêmkirin.”

Karên herî li pêş

Stephane Dujarric ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo wan li Sûriyeyê karên herî li pêş ev in:

“Parastina sivîlan, destpêkirina karên lijneya destûrê, girîngîpêdana avakirina baweriyê, piştgirîdayîna hemû gelê Sûriyeyê û cîbicîkirina biryara 2254an a Komisyona Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.”

Armancên Neteweyên Yekbûyî

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric armancên danûstandinên xwe wiha eşkere kirin:

- Rawestandina şer

- Avakirina herêmên ewle

- Hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî

- Paydakirina çareseriyeke siyasî ya domdar

Li aliyê din, Komisyona Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 28ê Kanûna Pêşîna 2015an biryarnameya 2254an pesend kir.

Ev biryarname bi armancên wekî, “ragihandina agirbestê li Sûriyeyê, avakirina hikûmeteke demkî, nivîsîna destûrekê, lidarxistina hilbijartinan” hat pesendkirin.

Neteweyên Yekbûyî heta niha jî negihiştiye van armancên xwe û aloziyên li Sûriyeyê berdewam dikin.

Şerê wêranker ê li Sûriyeyê heta niha bûye sedema mirina nîv milyon mirov.

Herwiha 6,6 milyon kes li nava Sûriyeyê neçarî koçê bûne û 5,6 milyon kesan jî koçî welatên din kiriye.

Ji aliyekî ve şerê di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û mixalifan de û ji aliyê din ve jî êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê dibin sedema birîndarbûn, koçberbûn û mirina sivîlan.

Tirkiye demên dawiyê êrişî saziyên xizmetguzariyê yên Rojavayê Kurdistanê û jêrxana wê dike û hewl dide ku xelkê bixe ser rê û dirbên koçberiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst