Rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî: ‘Şkencekirin û revandina welatiyan zêde bûye’

13-09-2024
Sinan Tunçdemir
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric/Wêne: Rûdaw
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric/Wêne: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

New York (Rûdaw) - Komîsyona Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da û ragihand ku alozî belav bûye, şkencekirin û revandina welatiyan zêde bûye.

Komîsyona Lêkolînan a Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de hişyarî da û diyar kir ku li temamiya Sûriyeyê şer belav bûye.

Di raporê de tê gotin ku li başurê Sûriyeyê êrişên esmanî yên Îsraîlê, li rojavayê bakurê Sûriyeyê û navenda Sûriyeyê rejîm û grûpên çekdar ên wekî Heyet Tehrîr El Şamê hev bomberan dikin û şkenceyê li sivîlan dikin.

Her wiha li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ango li Rojavayê Kurdistanê jî êrişên esmanî yên Tirkiyeyê didomin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser raporê got:

“Ez wisa difikirim ku ev rapor bi çavê teyrekî pêşniyarekê dike, ji bo ku rewşa Sûriyeyê bi awayekî gelekî zelal û li ser hemdê xwe were nirxandin.

Eşkere, ev rapor ji Sekreteriyê cuda ye û serbixwe ye. Em jî li vir hewl didin ku mirovan derbarê Sûriyeyê agahdar bikin.

Ango ji vê podyûmê derbarê herêmên cuda û faktorên cuda agahiyan bidin.

Ez wisa dibînim ku ev rapor nêrîneke ku gelekî bi kar tê pêşniyar dike ji bo mêr, jin û zarokên ku li Sûriyeyê çawa hez dikin di nav aştiyê de bijîn.

Her wiha ew çawa êşê dikişînin di nav zêdetir herêmên Sûriyeyê de û ji pevçûnan û pirsgirêkên ku aktorên li wir dibin sedema van êşan û çawa mafê mirovatiyê yê navneteweyî paşgûh dikin.”

Heman mijar ji Cigîrê Nûnerê Amerîkayê NYyê jî hat pirsîn, ji ber ku leşkerên Amerîkayê jî li wir hene û rastî êrişan tên.

Di vê çarçoveyê de Rûdawê pirsî gelo belavbûna şer bandoreke çawa li leşkerên wan dike, bi taybetî jî bi zêdebûna êrişên DAIŞê re.

Di raporê de zêdebûna êrişên DAIŞê jî derdikeve pêş.

“Divê li hemberî DAIŞê şer bikin”

Cigîrê Nûnerê Amerîkayê NYyê Robert Wood da zanîn:

“Binêrin, ev rapor nîşan dide ka çi li Sûriyeyê dibe, her wiha gefa DAIŞê ya ku hîn jî berdewam dike nîşan dide.

Ne tenê li Sûriyeyê û Îraqê her wiha li herêmê jî. Ji bo me hemûyan girîng e ku kî daxwaz dike divê werin cem hev û li hemberî DAIŞê şer bikin.

Em dibînin ku di nav dewletên herêmê de metirsiya DAIŞê û bihêzbûna wê ya qirêj zêde dibe.

Ango gelekî girîng e ku divê em bi hev re şerê li hemberî DAIŞê bidomînin.”

Di raporê de bi berdewamî tê gotin ku şer û pevçûnên li wir ne yasayî ne ango mafê mirovan bin pê dikin.

Di êrişên Tirkiyeyê de sivîl tên kuştin û binesaziyên sivîlan wêran dibin.

Tirkiye nexweşxane û ambulansan jî bomberan kirine û li gorî yasayên navneteweyî ev binpêkirina mafên mirovan e.

Li Dêrezorê eşîretên Ereban û grûpên ku Îran piştgiriyê dide wan êrişê HSDyê dikin.

Rejîma Sûriyeyê û hin grûpên çekdar li navenda Sûriyeyê û derdora Idlibê sivîlan dikujin.

Di kampên HSDyê de 30 hezar zarokên DAIŞê hene, her wiha hin Kurdên Êzidî jî bi DAIŞiyan re di heman kampan de diminîn.

Bi milyonan Sûriyeyî birçî dijîn û Sûriye ne ewle ye ku penaber vegerin malên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst