Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê Kristi Noem wekî Wezîra Karên Navxwe ya Amerîkayê qebûl kir.
Kristi Noema ku heta roja şemiyê dadgeriya eyaleta Dakotaya Başûr dikir, bû Wezîra Karên Navxwe ya Amerîkayê.
Tê payîn ku Noem di mijarên ewlehiya neteweyî û planên Donald Trump ên ji bo nehiştina koçberiya neyasayî de roleke girîng bilîze.
Komariyan û beşeke Demokratan jî li Senatoyê piştgiriya wê kir.
Komarî dixwazin ku Kristi Noem sînorên Amerîkayê tund bike û rê li ber koçberiya neyasayî bigire.
Serokê Komariyan ê Senatoyê John Thune roja înê got:
“Çareserkirina vê qeyranê û vegerandina serweriya ji bo yasayê yek ji erkên herî girîng ên Serok Trump û Komariyan e.
Ji bo vê jî di Wezareta Karên Navxwe de serkirdeyeke xurt û berbiçav pêwîst e.
Ez bawer im Kristi xwedî hemû şiyanên pêwîst e.”
Demokrat di nav xwe de li ser mijarê ne li hev in ka çawa di serdema Trump de sînoran biparêzin û rê li ber koçberiya neyasayî bigirin.
Chuck Schumerê Serokê Demokratan ê Senatoyê diyar kir ku ew dê deng nede Noemê û ew bawer dike divê Demokrat û Komarî bi hev re çareseriyekê ji bo pirsgirêka sînoran bibînin.
Wezareta Karên Navxwe ya Amerîkayê berpirsê dosyayên gumrik û parastina sînoran, koçberan, parastina aramiya navxwe û birêvebiriyên pêwendîdar ên bi welatînameyê ye.
Roja înê Pete Hegseth wekî Wezîrê Parastinê hat pejirandin.
Senato dê roja duşemê, deng li ser Scott Besent bide ku bibe Wezîrê Xezîneyê.
Marco Rubio wekî Wezîrê Karên Derve û John Ratcliffe jî wekî Birêvebirê CIAyê hatibûn pejirandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse