Dusseldorf (Rûdaw) - Tevî hemû hewlên Hikûmeta Brîtanyayê yên ji bo rê li ber derbasbûna koçberan a ji Kanala Îngilîz bigirin jî hîn gelek koçber tê re derbas dibin.
Li gorî Amarên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê vê hefteyê 391 koçber bi 9 qeyikên biçûk derbasî Brîtanyayê bûne.
Hefteya borî hikûmeta Brîtanyayê ragihandibû ku wan bi Îraq û Herêma Kurdistanê re lihevkirin çêkiriye ji bo rêlibergirtina sûcê rêxistinkirî û hatina koçberên neyasayî.
Ev jî bi wê yekê ku li nav Îraq û Herêma Kurdistan bi hevkariya Brîtanyayê organîzatorên qaçaxçîtiyê bên eşkerekirin.
Yek ji wan mînakan girtina şebekeyekê bû ku Brîtanyayê spasiya rayedarên Kurdistanê kir ku li Silêmaniyê bi hevbeşî hatine girtin.
Cureyekî din ê karên hevbeş ku Brîtanya piştgiriya wan dike helmetên hişyarkirinê ne.
Wekî mînak li Hewlêrê paneleke hevbeş hat lidarxistin ku karekî hevbeş ê dezgehên Brîtanya û Kurdistanê ye.
Panel bi piştgiriya balyozxaneya Brîtanyayê ya Îraqê û bi hevbeşiya bi Enstîtuya Mafên Navneteweyî re tê lidarxistin.
Di vê derbarê de ji Brîtanyayê Sekreterê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Nizar Weys bû mêvanê bernameya Diyasporayê û ragihand ku roja şemiyê paneleke wan li Hewlêrê heye ku beşa platforma mafên mirovan a Komeleya Kurdî saz dike û bi rê ve dibe bi beşdariya Enstîtuya Navneteweyî ya Mafên Mirovan.
Sekreterê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Nizar Weys zelal kir ku platform du beş in.
Beşa yekem li Hewlêrê tê kirin û biryar e Balyozxaneya Brîtanyayê ya Îraqê piştgiriya projeyê bike û beşdarî wê bibe û beşa din jî biryar e adar an jî nîsanê li Brîtanyayê bê kirin.
Nizar Weys wi pê de çû, "Em hewl didin bi Hikûmeta Brîtanyayê re bigihîjin têgihiştinekê ji bo bi zorê neşandina penaberan ji Brîtanyayê ku bandoreke neyînî li ser derûna penaberan kiriye û tevliheviyeke mezin peyda kiriye.
Girîng e em zanibin çawa hevahengiyê bikin ji bo dîtina rêyekê ji bo kêmkirina van hemû trajedî û mirinan ku bi serê malbat û ciwanên Kurd de tên di wan rêyên qaçax de."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse