Li Almanyayê îsal rêjeya penaberên ji Tirkiyeyê ji sedî 51 zêde bûye

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Daîreya Amaran a Federal îsal rêjeya penaberên ji Tirkiye çûne Almanyayê li gorî par ji sedî 51 zêde bûye.

Di 3 mehên destpêka îsal de 449 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê hatine dersînorkirin.

Li Almanyayê sala 2023yan hejmara welatiyên biyanî yên ku serî li mafê penaberiyê dabûn, li gorî sala 2022an ji sedî 3 zêde bûbûn.

Di serî de jî welatiyên Tirkiye, Efxanistan û Sûriyeyê hebûn.

Li gorî amarên Daîreya Amaran a Federal li Almanyayê dawiya sala 2023yan hejmara penaberên hatibûn tomarkirin li gorî sala 2022an 95 hezar zêde bûbûn û gihiştibû 3 milyon û 170 hezar penaberan.

Herwiha hejmara kesên hatine dersînorkirin jî li gorî sala 2023an zêde bûye.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê 3 mehên destpêka sala îsal 4 hezar û 791 kes hatine dersînorkirin û ji wan 449 kes welatiyên Tirkiyeyê ne.

Di 3 mehên destpêka îsal de bi 483 welatiyan Makedonya Bakur di rêza yekemîn de ye û bi 449 welatiyan jî  Tirkiye di rêza duyemîn de ye.

Herwiha di rêza sêyemîn de jî Gurcistan heye ku 416 welatî hatine dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst