“Serokê CIAyê û Taliban bi dizî hevdîtin pêk anîn”

24-08-2021
RÛDAW
Nîşan CIA Taliban William Burns Mele Abdulxanî Birader
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîkayê William Burns duh li Kabula paytextê Efxanistanê bi Mele Abdulxanî Birader ku yek ji pêşengên Talîbanê ye re hevdîtinek veşartî pêk aniye.

Li gorî rojnameya Washington Postê, rayedarên Amerîkî yên ku nexwestina navên wan eşkere bibe, diyar kir ku Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîkayê William Burns duh li Kabula paytextê Efxanistanê bi Mele Abdulxanî Birader ku yek ji pêşengên Talîbanê ye re hevdîtinek veşartî pêk aniye.

Piştî kontrolkirina Kabulê ji aliyê Taliban ve, di navbera Talîban û rêveberiya Biden de ev yekemîn civîna rû bi rû ye.

Hat îfadekirin dibe ku Burns û Birader mijara dawîn dema (31 Tebaxê) vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê di hevdîtinê de hatibe gotûbêjkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê valakirna Kabula paytexta Efxanistanê de daxuyanî da û got ku "rêyek dirêj heye û dibe ku alozî çêbin."

Yek ji berdevkên Talîbanê, Suheyl Şahîn, got ku ew naxwazin hêzên biyanî piştî 31ê Tebaxê li Efxanistanê bimînin, ku ev dîrok ji bo wan "xetên sor"e.

Li ser pirsa eger Amerîka û Brîtanya ji bo valakirinê dema zêde bixwazin ku leşkerên wan li wê derê bimînin, berdevkê Talîban got ku ew ê “Bersiva me na ye, Wekî din ev ê encamên wê hebin.”

Mele Abdulxanî Birader, yek ji çar damezrênerên Talibanê, wekî cîgirê serokê Talîbanê Mele Hebbetullah Axundze erka xwe didomîne, û ew berpirsê sereke yê karûbarên siyasî ye.

Mele Abdulxanî Birader di sala 2010an de li bajarê Qaraçiyê ya Pakistanê ji aliyên hêzên Pakistanî ve hatibû girtin.

Bi baweriya ku di danûstandinên aştiyê yên bi Amerîkayê re feyda wî hebe, di sala 2018an de li ser daxwaza Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump serbest hatibû berdan.

Peymana aştiyê ya ku di navbera Amerîka û Talibanê de hat îmzekirin, li ser navê Talibanê  ji aliyê Mela Birader ve hatibû îmzekirin.

Mele Abdulxanî Birader ku ji Çilea 2019an ve serokê ofîsa siyasî ya Talibanê li Doha ye, di çarçoveya rêkeftina di navbera Amerîka û Taliban de di 3ê Adara 2020an de bû yekem rêveberê Taliban ku bi serokê Amerikayê hevdîtin pêk haniye.

Herwiha Birader, ku di Îlona 2020 de li Qatarê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê berê Mike Pompeo re civiya, ji bilî danûstandinên vê derê, Birader li Çîn, Moskova û Tehranê jî têkiliyên dîplomatîkî pêk anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst