Li Kolombiya 300 hezar kesan ji ber şerê rêxistinan koç kirin

24-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kolombiyayayê  di heyama 6 salên borî de zêdeyî 300 hezar kesan ji ber şerê rêxistinan koç kirine.

Gundê Baco Kalîmaya li bajarê Bonaventra yê li rojavayê Kolombiyayê, navçeyek bo yekalîkirina şerê di navbera grûpên çekdar û rêxistinên madeyên hişber de ye.

AGC hêmayeke bo rêxistina çekdarî ya berevaniya Kolombiyayê Geytanîs ku pişt bi bazirganiya kokaîn spartiye û 3 hezar çekdarên wê hene. ELN hêmayek bo artêşa rizgariya niştimanî ku grûpeke ji 2 hezar û 350 çekdar pêk tê.

Xelk neçar bû deriyên mala xwe bigrin û malên xwe bicî bihêlin.

Nancy Hortadoyê 52 salî yek ji wan kesan e ku meha Nîsanê piştî rêxistina çekdarî êrîşê ser gundê wan kir, koç kir.

Koçber Nancy Hortado dibêje: “Grûpên çekdar hatin û teqe kirin. Xelk ji malên wan derxistin derve. Zarok jî direvandin. Jiyana me zehmet bû, çinku mala xwe bicî bihêlî û bêy li vêderê bijî zehmet e.”

Li gor amarên Kolombiyayê, di 6 salên borî de ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de 300 hezar kesan bajarê Bonaventra bicî hiştin.

Herçiqas rêjeya hejariyê gihiştiye %41ê, di heman demê de rêjeya bêkariyê jî %20 e.

Lêkolîner Huan Manuel dibêje: “Niha tiştek heye ku pêştir nebû. Grûpên çekdar xwe di nav cihên niştecîbûnê de vedişêrin. Weke pêştir kampên wan nemane. Ew jî wiha dike ku xelk bitirse û malên xwe bicî bihêlin.”

Di dema şerên rêxistinan de xelk jî dibe qurbanî, li gor amarên fermi ji sala 2017an 73 kes li bajarê Bonaventrayê hatin kuştin. Ev hejmar sala 2021ê bo 195 kesan bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst