Şarezayê Leşkerî: Li Rojavayê Kurdistanê zêdebûna nakokiyên Rûsya û Amerîkayê metirsîdar e

16-07-2023
Hisên Omer
Nakokiyên Rûsya û Amerîka li Sûriyê zêde bûne
Nakokiyên Rûsya û Amerîka li Sûriyê zêde bûne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amerîka Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj nakokî û alozî di navbera Rûsya û Amerîkayê de zêde dibin. Her aliyek êdî hewl dide ku hêzên xwecihî bikar bîne da ku bandora hevrikê xwe kêm bike. Şarezayê leşkerî Heysem Hesûn ji Rûdawê re got, zêdebûna aloziyan di navbera Rûsya û Amerîkayê de metirsîdar e. 

Zêdebûna nakokî û aloziyan di navbera Amerîka û Rûsya de li Sûriyê, hêzên xwecihî jî xistine nav planên hewla guhertina rewşa meydanî.

Li gorî hin raporan, Amerîka hewl dide ku hevhangiyê di navbera hin hêzên erebî li Rojhilatê Feratê, di serî de hêzên Senadîd ku beşek in ji HSD û hêzên artêşa Sûriyeya Azad li navçeya Tinifê li başûrê rojhilatê Sûriyê bike. Armanc ji vê Plana Amerîkayê ew e ku bandora Rûsya û Îranê li navçeya rojhilatê Sûriyê ya hevsînor li gel Iraqê kêm bike.

Ji Şamê, paytexta Sûriyê, şarezayê leşkerî Heysem Hesûn ji Rûdawê re ragihand ku zêdebûna aloziyan di navbera Rûsya û Amerîka de.  

Şarezayê Leşkerî Heysem Hesûn dibêje: “Tiştê herî girîng ew e ya ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de dibe, û tohmetên ku Rûsya û Amerîka didin rûyê hev. Amerîka dewleteke dagîrker e û hebûna wê li ser xaka Sûriyê ne rewa ye, lewra hewl dide hinek rewatî bo xwe peyda bike bi rêya tohmetbarkirina Rûsya ku rêgiriyê li dironên wê dike û şer û operasyonên wê li dijî DAIŞê asteng dike."

Derbarê rola HSDê de, Hesûn got, beriya şerê Ukrayna hevtêgihiştinên baş di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de hatibûn kirin.

Heysem Hesûn herwiha got: “Pêngavên erênî hebûn beriya şerê li dijî Ukrayna, beriya şerê Rûsya û Ukrayna pêngavên erênî hebûn bi destpêşxeriya Rûsyayê  û hevdîtin hatin kirin û encamên erênî hebûn. Lê diyar e fermandariya HSD çû jê barê rênimayên tund ên Amerîka da ku ji hemû hevtêgihiştinên li gel dewleta Sûriyê vekişe, tevî ku ev yek ne di berjewendiya HSD û hikûmeta Sûriyê de bû, lê di berjewendiya hêzên dagîrkeriya Amerîkayê de bûn.”

Hêzên Amerîka û Hevpeymaniya navdewletî Rûsya û Îranê tohmetbar dikin ku ew rojhilatê Sûriyê ji bo fişarê li ser hêzên Amerîkayê bikar tînin da ku7 wan neçarî  vekişandina ji herêmê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst