Li Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê Newroz hat pîrozkirin

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Navenda Xebatên Kurdî Newroz Parlamentoya Brîtanyayê
A+ A-

London (Rûdaw) – Li Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê Newrozê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Xebatên Kurdî ya li Londonê ve hat organîzekirin û Serokê Parlamentoya Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle mazûvanî kir.

Ji bilî Sir Lindsay Hoyle, nêzîkî 100 parlamenterên Brîtanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Her wiha Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî, Wezîrê berê yê Bipêşketinê û Efrîkayê yê Brîtanyayê Andrew Mitchell, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMByê Gary Smith, Alîkarê Taybet ê Kar û Barên Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir û gelek kesayetiyên girîng beşdar bûn.

Gelek akademîsyen û siyasetmedarên Kurd jî di çalakiyê de amade bûn.

Serokê Parlamentoya Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ew ji civandina hemû Kurdan a di bin banê Parlamentoya Brîtanyayê de gelekî kêfxweş e.

Hoyle daxwaz kir ku Cejna Newrozê aştiyê ji bo hemû Kurdên li Rojhilata Navîn bîne.

"Newroz sembola rûmeteke çandî ye"

Piştî Hoyle, Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî axivî û anî ziman:

“Newroz di têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd a ku bi salan e didome de sembola rûmeteke çandî ye.

Gelê me gelek bedel dan û tevî hemû zehmetiyan, meşaleya azadiyê ji nifşekî ber bi nifşekî din ve bi israr û bêyî ku ji destê xwe bixe, berdewam kir.

Ji ber vê yekê Newroz ne tenê pîrozbahiyek e, gaveke girîng e, pêvajoya ku em li pey wekhevî û edaletê diçin tîne zimên.

Newroz, berxwedana me ya li hemberî rejîmên zordar û hêviya me ya ku nayê şikandin nîşan dide.

Ji bo rizgarbûn û azadiya xwe, em mixabin heta niha jî nedikarîn bedêlên ku bên ravekirin didin.

Îro li Rojhilata Navîn têkoşîna me ya hebûnê berdewam dike.”

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMByê Gary Smith jî anî ziman ku ew têkoşîna gelê Kurd a li dijî tundûtûjî, radîkalîzm û terorîzmê ya li Rojhilata Navîn baş dizanin û ew bi Kurdan re di nava piştgiriyeke temam de ne.

Parlamentera Îngilîz-Kurd Feryal Clarka ku di pîrozbahiyê de axivî, got:

“Tenê beriya çend salan me dest bi pîrozbahiya Newrozê ya li Serokatiya Parlamentoya Brîtanyayê kir.

Ji ber vê yekê, ez dixwazim ji bo mazûvaniya ku Serokê Parlamentoyê kiriye, bi navê Kurdan spasiyê lê bikim.”

Pîrozbahiya Newrozê piştî stranên hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Selah Bedredîn bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst